Li Norwêcê 'terorkirina' Kurdên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hat şermezarkirin

22-08-2021
RÛDAW
Nîşan Norwêc Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek welatiyên Kurd ku li welatê Norwêcê dijîn, çalakiyek nerazîbûnê li hember kuştina pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha bûyera li Tirkiyê ya komkujkirina malbateke Kurd saz kirin û daxwaza aşkerekirin û darizandina bikujan kirin. Rêkxerê Kombûnê jî dibêje, di çalakiyê de kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên cuda û herwiha wêneyên kesên terorkirî hatibûne bilindkirin û daxwaz hat kirin, bikujên wan bûyerên kuştinê bên aşkerekirin û dadgehîkirin.

Rêkxera Kombûna Nerazîbûnê ya kurdên niştecihê Norwêcê, Veman Lînavayî ji Rûdawê re ragihand, roja Şemiyê 21ê Tebaxa 2021an em hejmarek kurdên niştecihê Norwêcê ku ji kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bûn, “me kombûneke nerazîbûnê li bajarê Stavanger saz kir.”

Veman Lînavayî diyar kir, “çalakiya nerazîbûnê bo şermezarkirina şehîdkirin û terorkirina pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û herwiha kuştina malbateke Kurd ji aliyê tirkekî ve li Tirkiyê bû.”

Lînavayî got, “Di kombûnê de em bo demekê bi bêdengî rawestiyan û bi dirûşmên nivîskî me peyama xwe gihand.”

Rêkxera Kombûna Nerazîbûnê ya kurdên niştecihê Norwêcê destnîşan kir, “Em çend hemwelatiyên Kurd ên bê alî bûn û armanca me ew bû ku em terorkirina Kurdan şermezar bikin ku di van demên dawiyê de li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin û me wêneyên kesên hatine terorkirin jî bilind kirin., wek guvaşekê ji bo aşkerekirina bikujan.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst