Li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Denmarkê Quran hat şewitandin

02-08-2023
RÛDAW
Nîşan Denmark Şewitandina Quranê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ber avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Kopenhagê ya paytexta Denmarkê Quran hat şewitandin.

Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê ragihand li Kopenhagê ya paytexta Denmarkê endamên grûpa Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkî) li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê Quran şewitand.

Grûpa Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkî) grûpeke rastgir û nijadperest e.

Li gor Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê, Quran di bin parastina polîsên Denmarkê de hatiye şewitandin.

Çalakvanan di dema çalakiyê de dirûşmên li dijî Îslamê gotine û wan banga boykotkirina berhemên Tirkiyeyê kiriye.

Endamên heman grûpê 22yê meha borî li ber Balyozxaneya Iraqê ya Kopenhagê jî Quran şewitandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst