Konsulxaneya Tirkiyê rastî êrişê hat

22-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li New Yorkê  avahiya Turkeviyê ku Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Tirkiyeyê û Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê tê de ye, rastî êrîşê hat.

Li gor agahiyan, li bajarê New Yorka Amerîka li dijî avahiya ku wek Mala Tirka tê naskirin ku konsolxaneya Tirkiye ya li wî welatî jî tê de ye, ku di hilbijartinên 28ê Gulanê de xelk lê deng jî dide, kesekê di demjimêr 3:14an berê sibeha 22ê Gulanê bi şîşeke hesinî êrişî avahiyê kiriye û camên avahiyê şikandine.

Tê gotin ku nasnameya kesê êrişkar eşkere nebûye. Lê piştî bûyerê li derdora konsulxaneya Tirkiyê tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin û derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Konsula Tirkiyî ya li New Yorkê Reyhan Ozgur diyar kir di êrîşe bi tenê zirera madî çêbû û tu kes birîndar nebû.

Ozgurê diyar kir, di êrîşa navborî de du camên deriyê Konsulxaneyê bi tevahî 12 cam hatin şikandin û wiha dewam kir, "Di kêliya bûyerê de demildest Teşkîlata Polîsan a New Yorkê hat agahdarkirin û polîs hatin cihê bûyerê. Êrîşkarê ku nasnameya wî nehatiye zanîn, di êrîşê de şîşa hesin hiştiye û çûye. Me ji miqamên herêmî ra got ku em li benda girtina kiryar in."

Ozgur daxuyand ku tesîra vê êrîşê dê li ser gera duyem a Hilbijartina Serokomariyê çênebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst