Erdogan: Xeta gaza Îdirê dê bi Azerbeycanê re şirîkatiya me pêş bixe

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Azerbeycan Tirkiye Xeta Gaza Sirûştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê xeta boriya gaza siruştî ya Îdir û Nahçivanê got, "Ev proje dê bi Azerbeycanê re şirîkatiya me ya enerjiyê pêş bixe.”

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Erdogan piştî temelavêtina Xeta Boriya Gaza Siruştî ya Îdir û Nahçivanê û îmzakirina peymanên cur bi cur ên di nava herdu welatan de, civîna hevbeş a çapemeniyê li dar xist.

Erdogan derbarê Xeta Boriya Gaza Siruştî ya Îdir û Nahçivanê got, "Ev proje dê bi Azerbeycanê re şirîkatiya me ya qada enerjiyê pêş bixe. Herwiha dê piştgiriyê bide ewlehiya daxwaza enerjiyê ya Ewropayê jî."

Erdogan herwiha eşkere kir ku ji bilî projeya rêya hesinî ya navbera Nahçîvan û parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, wan çend projeyên enerjiyê û avahîsaziyê jî bi Azerbeycanê re îmze kirin.

“Pencereyên nû yên derfetan vebûne”

Erdogan behsa şerê li Qerebaxê kir û got, “Bi serkeftina dawî ya Azerbeycanê, ji bo asayîbûneke berfireh pencereyên nû yên derfetan vebûne. 

Em dixwazin ev derfet bên nirxandin û em li bendê ne ku Ermenistan destê aşitiyê yê ku ji bo wê hatiye dirêjkirin bigire û pêngavên ji dil biavêje."

Îlham Aliyev jî ragihand ku bi projeya boriya gaza xwezayî ya Îdir-Nahçîvanê dê peywendiyên Tirkiye û welatî wî zêdetir pêş ve biçin û got:

“Li Nahçîvanê planên me yên wêstgehên panelên enerjiya rojê hene. Di paşerojê de dê hinardekirina hezar megawat enehrjiyê ji Nahçîvanê ji bo Tirkiyê pêkan bibe.”

“Artêşa Ermenistanê xwe radest kir”

Aliyev herwiha eşkere kir ku leşkerên artêşa Ermenistanê yên li Qerebaxê di nava 24 demjimêran de xwe radest kirine û got:

“Ji 24 demjimêran kêmtir di encama tedbîrên antîterorê de artêşa Ermenistanê ku bi awayekî neyasayî li axa Azerbeycanê bi cih bûbû xwe radest kir.

Şert û mercên me qebûl kirin û bi vî awayî Azerbeycanê serweriya xwe ya dewletê bi temamî pêk anî.”

Serokkomarê Azerbeycanê ji ber piştevanîkirina Serokkomarê Tirkiyeyê di proseya şer û aloziyên Qerebaxê de spasiya wî kir û got:

“Gelê Azerbeycanê vê piştevaniya we ya menewî ji bîr nake. Dema ev bûyer çêbû hûn li Amerîkayê bûn. We li wê derê li ser kursiya cîhanî gotinên di berjwendiya dewleta Azerbeycanê de gotibûn. Qerebax axa Azerbaycanê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst