Osman Baydemîr: Ev banga min a dawî ye

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemîr ‌Hilbijartin 2023 Dengdêrên Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li hilbijêrên derve kir û ji xwest ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Dengdana ji bo gera duyemîn a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ku dê di 28ê Gulanê de were kirin li derveyî welat berdewam dike.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li hilbijêrên li derveyî welat dijîn kir û got, "Biçin ser sindoqan."

Baydemîr di peyama xwe ya vîdyoyê ya ku li ser medyaya civakî parve kir de spasiya her kesê ku dengên ji bo wekhevî, azadî, edalet, aştî û aramiyê bi kar anîne kir.

Baydemîr di peyama xwe de got "Weke ku me hemûyan dît, me hilbijartinek di hawîrdoreke ne wekhev, ne dadmend û ji aliyê derfetan de ne wekhev e li pey xwe hişt" û wiha axivî:

“Mixabin aniha piraniya parlamentoyê di destê xerabîxwazên ku dixwazin faşîzmeke tekez saz bikin de ye ango di destê Tifaqa Cumhur de ye. Lê hê ne qediyaye. Hê jî mor di destê we de ye, hê jî desthilatê sereke di destê we de ye. Lewre Hilbijartina serokomariyê dê di 28ê Gulanê de careke din were kirin. Bi çûna ser sindoqan hûn careke din hûn careke din dikarin hesab bidin pirsîn. Bi çûna ser sindoqan hûn dikarin ji sazîbûna faşîzma tekez re bibin asteng. Niha qanûndanîn ketiye destê Tifaqa Cumhur. Lê erka cîbicîkirina Serokkomarî hevrikê wê bi ser bikeve, wê ji bo demekê pergala hevsengiyê, sîstema cudakirina hêzan ava bibe.

Canno, dostno û hilbijêrên derveyî welêt;

Di navbera 20-24ê Gulanê de careke din dê mafê we yê dengdanê hebe. Daxwaza min a dawî ji we, banga min a dawî ye ji we re, ji bo ku faşîzma tekez saz nebe, eger erka qanûndanîn û cîbicîkirin di du têgihîştinên siyasî yên cuda de bin, qet nebe em yên din dê bibin xwedî derfet ku nefesê bistînin. Ez ji ber vê yekê cara dawî we vedixwînim ser sindoqan.

Daxwaza min ji we hevjîn, heval, xizmên xwe ango her kesê ku bi ya we dikin ku neçûbin ser sindogan û mafê dengdayîna kê hebe em wan qane bikin û wan bibin ser sindoqan. Em ji bîr nekin ku ev hilbijartin hilbijartina qederê ye. Ev hilbijartin hilbijartina tekeznebûna faşîzmê, derbxwarina faşîzmê û hesabpirsîna ji faşîzmê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst