​Keleka rêwiyan bin av bû: Bi dehan rêwî xeniqîn

21-04-2024
RÛDAW
Nîşan Kelek Binavbûn Komara Afrîqaya Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Banguiya paytexta Komara Afrîkaya Navîn keleka ku 300 kes lê siwar bûbûn bin av bû û herî kêm 58 kes xeniqîn

Li gorî ajansên neteweyî, keleka ku bar û rêwiyên zêde lê siwar kiribûn di Çemê  Mpokoyê bin av bû.

Li gorî zanyariyên destpêkê herî kêm 58 kesan canê xwe ji dest daye.

Di çem de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Li Komara Afrîkaya Navîn rêyên qîrkirî kêm in xelk ji bo veguhastinê bi piranî çem û golan bi kar tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst