Li Mozambîkê ferîbot bin av bû: Bi dehan mirî hene

08-04-2024
Nîşan Mozambîk Ferîbot Binavbûn Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mozambîkê ferîbotek bin av bû ku 130 kes tê de bûn.

Li gorî medyaya Mozambîkê, di vê bûyerê de 94 kes mirine û di nav miriyan de zarok jî hene.

Li gorî dîmenên ku di torên civakî de belav bûne, termên mirovan li ber avê tên peravan.

Rayedar radigihînin ku ew kesên di ferîbotê de ji ber şewba kolerayê direviyan.

Medyaya Mozambîkê diyar kir ku ew ferîbot ji Lungayê diçû Nampulayê lê beriya ku bigihe wê derê bin av bûye.

Rayedar destnîşan dikin ku ferîbot ji bo veguhastina mirovan ne guncav bû û herwiha barê wê jî giran bû.

Li gorî amarên UNICEFê, ji Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Mozambîkê 15 hezar kes bi kolerayê ketine û 32 kesan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst