Firokeyeke Rûsyayê bi şaşî bajarekî Rûsyayê bombebaran kir

21-04-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna Belgorod
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyeke şer a Rûsyayê bi şaşî bajarê Belgorodê yê Rûsyayê ku li ser sînorê Ukraynayê ye bombebaran kir.

Parêzgarê herêmê Vyacheslav Gladkov ragihand ku ji ber teqînê li navenda bajêr çaleke bi firehiya 20 metreyan çêbûye.

Li gorî nûçeya BBC, di encama bombebaranê de 2 jin birîndar bûne û çend avahiyan jî xisar dîtine.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku firokeyeke şer a SU-34 bi şaşî cebilxaneya xwe vala kiriye û got, “Bi dema Moskowê di demjimêr 22:15an de firokeyeke Su-34 a Hêzên Esmanî û Fezayê di dema firîna di ser bajarê Belgorodê re bi awayekî neasayî cebilxaneya wê xwarê.”

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Di wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin ku otomobîlek firiyaye ser banê avahiyekê. Bajarê Belgorodê ku nifûsa wê 370 hezar e, 40 kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye.

Belgorod a ku li bakurê duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê Xarkovê ye, ji destpêka şer û vir ve gelek caran bûye armanca topan. Firokeyên Rûsyayê yên êrîşî Ukraynayê dikin jî di ser vî bajarî re difirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst