Rûsya li deriyê Kharkivê, Blinken li Kievê ye

14-05-2024
Nîşan Antony Blinken Kharkiv Rûsya Ukrayna Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi trêne ji Polonyayê çû Kievê û dê bi Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re bicive.

Berpirsên Amerîkayê eşkere dikin ku peyameke bihêz a Blinken ji bo Ukraynayê heye û dê Blinken 2 rojan li Kievê bimîne.

Di nava çend rojên borî de Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê li herêma Kharkivê dest bi êrişeke berfireh kiribû.

Antony Blinken ji Polonyayê bi trêneke çû Kievê û ji aliyê berpirsên payebilind ên Ukraynayê ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî çapemeniya Amerîkayê, ev serdana Antony Blinken a ji medyayê re nehatibû eşkerekirin wekî peyameke bihêz a Washingtonê ye ji bo Kievê.

Medyaya Amerîkayê amaje bi wê yekê jî dike ku Blinken li Ukraynayê dê tekeziyê li ser pabendbûna parastina Ukraynayê bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Kongreya Amerîkayê beriya bi 3 hefteyan pakêteke alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê pejirandibû.

Pakêta alîkariya Amerîkayê ya 61 milyar dolarî ji balafirên F16, topxane, mûşek, sîstemên parastina hewayî û gelek cebxaneyan lojîstîk pêk tê.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Spî Jake Sullivan do eşkere kiribû ku pakêta alîkariya leşkerî ya Amerîkayê hevsengiya şerê Ukrayan û Rûsyayê biguherîne.

Hêzên Rûsyayê li deriyên Kharkivê ne

Serdana Blinken di demekê de ye ku hêzên Rûsyayê niha bajarokê Vochanskê yê nêzîkî Kharkivê ku duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye dorpêç kiriye.

Li gorî çavkaniyên medyaya navneteweyî li Vovchanskê ji sedî 60ê avahiyan hilweşiyane û bajar dişewite.

Êrişên asmanî yên Rûsyayê bajar wêran kiriye tirs û nezelaliyek berfireh di nav xelkê deverê de heye.

Rayedarekî payebilind yê Amerîkî ku bi Blinken re di trênê de ji Polonya ber bi Ukraynayê ve diçû ji medyaya Amerîkayê re diyar kir ku di çarçoveya pakêta nû ya alîkariyê de niha topxane, sîstema parastina hewayî û mûşekên dûravêj radestî Kievê hatin kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li ser serdana Blinken bi Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, Serokwezîrê Ukraynayê Denis Shmygal û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitry Kuleba re bicive.

Miller da zanîn ku di hevdîtinan de dê rewşa meydanî ya şer, bandora pakêta nû ya alîkariyên Amerîkayê ya li ser rewşa niha û sozên Washingtonê yên piştevaniya ji bo Kievê dê bên behskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst