Ezhel: Paytexta Kurdistanê Enqere ye, Stenbol e!

21-01-2023
RÛDAW
Nîşan Ezhel Kurdistan Paytexta Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rapper Ezhel peyva "Paytexta Kurdistanê Enqere ye, Stenbol e" bi kar anî. Hunermend piştî ku gelek bertekên erênî û nerênî wergirtin, wiha got: “Gotinên min berovajî nekin. Enqere paytexta her herêma welatê me ye."

Hunermend Serkan Îpekçioglû Ezhel ku bi navê “Ezhel” tê naskirin û bi şêwaza rapê muzîkê çêdike, di bernameyeke sohbetê ya ku beşdarî Twîtterê bû de behsa pirsgirêka Kurd kir.

“Paytexta Kurdistanê Enqere ye, Stenbol e”

Ezhel, anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku dê pirsgirêka kurd çareser bibe û wiha got:

“Ji xwe Rûm çûn, Ermenî çûne. Eger Kurd jî herin, êdî dilê min vê ranagire. Ez Kurdistanê û gelê Kurd diparêzim, lê bi ya min paytexta Kurdistanê Enqere ye, Stenbol e.

Ez di wê baweriyê de me ku ev pirsgirêk dê bi awayekî çareser bibe. Ez jî berê faşîtek bûm. Dema ku di otobusê de du kesan di navbera xwe de bi Kurdî diaxivîn, ez aciz dibûm. Ji ber ku wisa min fêr kiribûn. Ez di wê baweriyê de me ku em dê rojên xweş bibînin.

Piştî van gotinên hunermendê ku li Almanyayê dijî, bikarhêneran li ser platformên medyaya civakî bertekên xwe yên erênî û neyînî anîn ziman.

Li ser vê yekê Ezhel daxuyaniyeke din da.

“Gotinên min berevajî nekin”

Ezhel di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de got “Welatiyên min ên hêja yên nefretê vedireşînin. Biborin dê paytext ku derê be? Gotinên mi berevajî nekin. Wateya gotinên min ev e (ya rast hûn dê vê parvenakin û nexwazin fem bikin) Enqere paytexta her herêmên welatê me ye.”

Ezhel di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev gotin bi kar anîn:

“Dema hûn li ser vê yekê hêrs dibi, wisa tê fêmkirin ku hûn dixwazin vî welatî parçe bikin, ez vê yekê lê zêde bikim. Bifikirin ku we ji Abdulhemîd Han re gotiye terorîst.

Ez dîsa dubare dikim ku dizanim ev flood ne di xema we de ye. Hûn nikarin vî welatî perçe bikin, paytexta Kurdistanê ku quncikekî hêja ya welatê me ye, Enqere ye. Ya ku ez dixwazim bibêjim ev e, spas. Eger hûn li dijî vê yekê derkevin, hûn cudaxwaz in.

Hûn çi dibêjin bibêjin qet ne xema min e, ez ê bi dil û can hewl bidim welatê xwe di cîhanê de wek fîşekek temsîl bikim û feraseta zulm û ehmeqî ya Tirkan ku hûn dixwazin li dinyayê belav bikin tune bikim, li şûna wê digel we ji bo we wêneyekî Tirk yê ku bi jîr û edaleta xwe tê bîra mirov xêz bikim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst