Qubrisê nêzîka 50 koçberên Sûrî û Efxanî şandin Almanyayê

20-12-2022
RÛDAW
Nîşan Qubris Koçber Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Qubrisê dibêje li gor bernameya taybet a veguhestina 500 koçberan bo Almanyayê ye ku pêwîstiya wan bi partastina navdewletî heye, 48 koçber ji welatê xwe şandine Almanyayê.

Roja Duşemê, 19ê Kanûna 2022ê, Wezareta Navxwe ya Qubrisê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku li gor bernameyeke taybet a Yekîtiya Ewropayê bo wergirtina wan koçberên pêwîstiya wan bi parastina navdewletî heye ku ji aliyê welatekî ji wan welatên Ewropayê bên wergirtin, 48 koçberên Sûrî û Efxanî bo Almanyayê hatine veguhestin û biryar e di siberojeke nêzîk de çend karwanên din ên koçberan bo Almanyayê bên şandin.

Wezareta Navxwe ya Qubrisê dibêje, li gor wê bernameyê biryar e di çend mehên bê de 500 koçber bo Almanyayê bên şandin, ev jî bi rêya çend karwanan e ku dibe wek alîkarîkirina Qubrisê ji ber pêla koçberan. Yekîtiya Ewropayê ragihandibû ku Qubris di çepera pêş krîzê koçberan de ye.

Di vê derbarê de, Balyoza Almanyayê ya Qubrisê Anke Shlim got: "Ev yekem karwanê koçberan e ku bo welatê min tê şandin, lê ev tenê qonaxa destpêkê ye, ji ber Almanya dixwaze van kesan berdewam werbigire, daku wê guşara li ser Qubrisê sivik bike, wek yekem pêngav jî me 500 koçber qebûl kirine û yekem karwan jî 48 koçber in."

Li gor amarên dawî yên hikûmeta Qubrisê, hejmara nîşteciyên welatê wan 915 hezar kes in, û ji sedî şeşê vê hejmarê jî koçber in. Destpêka vê mehê jî, Wezîrê Navxwe yê Qubrisê Nicos Noric eşkere kiribû ku ji 10ê meha yekem a îsal ve 18 hezar û 345 koçberan daxwaza mafê mayînê li Qubrisê kirine, di demekê de sala borî 13 hezar û 325 koçberan daxwaza mafê mayînê pêşkêşî hikûmeta Qubrisê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst