Keştiya Alan Kurdî 133 koçber rizgar kirin

20-09-2020
RÛDAW
Nîşan Keştiya Alan Kurdî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya Alan Kurdî ku Almanan weke wefadarî û rêzgirtin li zarokê 3 salî yê Kurd ê Alan Kurdî ku sala 2015 li beravên Tirkiyê xeniqî, ew nav lê kirine, şeva bihorî 133 koçber rizgar kirine ku di nava sê beleman de li Deryaya Spî bûne.

Keştiya Alan Kurdî ku yek ji keştiyên rizgarker ên rêxistina xwebexş a Sea Eye anku Çavê Deryayê ya Almanî ye, di operasyoneke xwe li başûrê Deryaya Spî belemeke qaçax a veguhastina koçberan li sînorê deryayî yê Lîbyayê dîtiye ku 90 koçber têde bûne û xetera noqmbûnê li ser hebûye, lewma ew 90 koçber rizgar kirine.

Kapîtanê wê keştiyê dibêje, piştre wan belemeke din dîtin ku 24 kes têde bûn û ew hemû hatin rizgarkirin û paşê jî wan belema sêyem dîtin ku 19 koçber têde bûn û wan ew jî rizgar kirin.

Kapîtanê keştiya Alan Kurdî, Joachim Ebeling dibêje, hemû ew koçberên ku wan rizgar kirine, wan bi silametî gihandine bendera Lampedusa li başûrê Îtalyayê.

Joachim Ebeling herwiha ragihandiye, wî rayedarên Almanya û Lîbyayê agahdar kir, lê belê ti bersivek wernegirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst