Trump bo Rûdawê: Iraq daxwaza hevkariyê bike bo rawestandina êrişên Tirkiyê em dê guh bidinê

20-08-2020
RÛDAW
Nîşan Mistefa Kazimî Donald Trump Koşka Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Trump di bersiva peyamnêrê Rûdawê de got, Iraq daxwaza hevkariyê bike bo rawestandina êrişên Tirkiyê ew dê guh bidinê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro gihîşt Koşka Spî û civîna li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump civiya.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê de derbarê destwerdana Tirkiyê li nav sînorê Iraqê û taybet jî êrişên wî welatî bo ser xaka Herêma Kurdistanê got, eger Iraq daxwaza hevkariyê bike bo rawestandina êrişên Tirkiyê ew dê guh bidinê.

Trump got, “Divê Iraq bi diyarkirî daxwazekê pêşkêş bike, ez dê bi dilniyayî guh bidim Serokwezîr. Eger ew daxwaz hat kirin, paşê em dê li daxwazê binêrin.”

Di dewama gotinên xwe de Serokê Amerîkayê amaje bi wê kir, “Amerîka û taybet min, me peyqwendiyeke baş li gel Tirkiye û Serok Erdogan heye. Em dê li gel biaxivin, lê me peywendiyeke gelek gelek baş li gel Tirkiye û Serok Erdogan heye.”

Herwiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bersiva peymanêrê Rûdawê Roj Elî Zale da û got, “Destwerdana Tirkiyê nayê qebûlkirin, em dê rê nedin. Em rê nadin xaka me li dijî ti welatekî bê bikaranîn.”  

Serokwezîrê Iraqê got, “Em bi dilniyayî destdirêjiyên Tirkiyê bo ser Iraqê red dikin û destûra Iraqê jî rê nade Iraq bibe cihê êrişkirina bo ser ti cîranekî me. Guftugoya me li gel Tirkiyê heye bo rastkirina vê rewşê û ez dizanim ku Tirk rewşa Iraqê li ber çav digirin, em rê nadin ti aliyek ji xaka Iraqê êrişî cîranan bike.”

Donald Trump di kongreya rojnamevanî de behsa êrişên DAIŞê jî kir û got, “Dema me desthilat wergirt, DAIŞ li hemû Iraq û Sûriyê hebû. Me ji sedî 100 xîlafeta DAIŞê têk bir. Lêbelê îdareya Obama gelek bi xerabî kar kir û her ji ber hindê DAIŞ li wan cihan hebû. Em niha li gel Iraqê kar dikin. Ew sûd ji dolarê Amerîkî werdigirin ku bihêztirîn dirav e li cîhanê. Em li gel wan in.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di bersiva pirseke derbarê rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de û herwiha peywendiyên Hewlêr û Bexdadê de got, “Kurdan di têkbirina DAIŞê de alîkariya me kir. Peywendiyên me yên baş li gel wan hene. Me reftareke baş li gel wan kir.”

Trump amaje bi wê jî kir ku wan tenê ji bo parastina petrolê hinek serbaz li Sûriyê hiştine û got, “Em dê li gel Kurdan li ser petrolê rêkeftinekê pêk bînin.”

Derbarê hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê jî Trump got ew bi awayekî bilez serbazên xwe ji Iraqê vedişînin û hêviya xwe derbirî ku Iraq di wê şiyanê de be xwe biparêze.

Li aliyê din Koşka Spî derbarê hevdîtina Mistefa Kazimî û Donald Trump de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de tekezî li ser wê hat kirin ku “şirîkatiya stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de li bingeha aramî û baweriya dualî hatiye avakirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Hevkariya me ya emnî; bingeha hewldanên me yên ji bo berfirehkirina hevkariya di warê aborî, mirovî, siyasî û çandî de bihêz dike.”

Herwiha di civîna Trump-Kazimî de gotûbêj li ser mijarên wek seqamgirî, ewlekarî, peywendiyên li gel cîranan herwiha mijara Herêma Kurdistanê û operasyonên serbazî yên Tirkiyê hatin kirin.

Berî hevdîtina li gel Trump, Kazimî li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo civiya bû û di wê civînê de peywendiyên herdu aliyan û piştevaniya Amerîkayê ya bo Iraqê hat gotûbêjkirin.

Herwiha di çarova hevdîtinan de Iraq û Amerîkayê biryar dan, derbarê vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji Iraqê şandek bê avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst