Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê ji Nêçîrvan Barzanî re: Emê li ser piştevaniya te berdewam bin

20-07-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Fransa Nêçîrvan Barzanî Sebastien Lecornu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê di peyamekê de bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Ji bo ewlekarî û yekrêziya Kurdistan û Iraqê em dê berdewam bin li ser piştevaniya te.”

Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu ku duh bi serdaneke fermî gihîştibû Herêma Kurdistanê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû, îro derbarê vê civînê de peyamek li ser Twîtterê belav kir û ragihand, “Fransa û Herêma Kurdistanê xwedî peywendiyên kûr û bihêz in.”

Sebastien Lecornu herwiha dibêje, “Em keda şervanên Kurd a li dijî terorê tu carî ji bîr nakin. Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, spas.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê dibêje, “Ji bo ewlekarî û yekrêziya Kurdistan û Iraqê em dê berdewam bin li ser piştevaniya we.”

Lucognio duh di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş a ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de tekez kiribû ku, welatê wî “pêwendî û hevkariyên ligel Herêma Kurdistana Iraqê ji bîr nake.”

Fransa yek ji wan welatan e ku têkeliyên wê yên bihêz li gel Herêma Kurdistanê hene, heta niha her yek ji Serokê niha yê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê berê yê Fransayê François Hollande serdana Herêma Kurdistanê kirine û tekezî li ser dostayetî û şirîkatiya ligel Kurdan kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst