Muhterem Aras: Mûzîka kurdî bandoreke mezin li ser kesatiya min kiriye

20-05-2018
RÛDAW
Muhterem Aras.
Muhterem Aras.
Nîşan Almanya Badin Vurtimberge Muhterem Aras Seroka parlamentoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jineke Kurd ku li herêma Badin Vurtimberge ya Almanya weke seroka parlamentoyê hatiye hilbijartin, behsa bandora mûzkîa Kurdî li ser kesatiya xwe dike. Ev yekemîn car e ku li Almanya jineke biyanî û Kurd posta serokatiya parlamentoyê werdigre.

 

Muhterem Aras ji sala 1979an ve li gel malbata koçberî Almanya bûye û piştî wergirtina mafê penaberiyê, regezname jî wergirtiye û bûye endama Partiya Keska Almanya.

 

Muhterem Aras, niha seroka parlamentoya wîlayeta Badin Vurtimberge li Almanya ye. Di hevpeyvînekê de li gel rojnameyeke Almanî, ew jina Kurd  behsa dîroka jiyana xwe û bandora mûzîka Kurdî li ser kesayeta xwe dike û dibêje, mûzîka Kurdî herdemê bîranînên zaroktiya min ên li navçeya Anatoliyayê tînin bîra min û wî cihê ku ez lê ji dayik bûme.

 

Ew yekemîn jina biyanî ye ku posta serokatiya parlamentoyê li wîlayeteke Almanya werdigre. Muhterem Aras bo rojnameya Tageszeitung a Almanî gotiye ''îro, bajarê Ştûtgart nîştimana min e''. Muhterem Aras dayika keçekê ye û dibêje ''dema ku ez keça xwe hembêz dikim, ew dem têne bîra min ku dayika min ez hembêz dikirim û stranên kurdî ji min re digotin.

 

Muhterem, nikare bi Kurdî biaxive, ji ber ku salên dûr û dirêj ji zimanê dayikê dûr ketiye, li ser vê yekê jî dibêje, ''ez nikarim bi başî bi zimanê Kurdî biaxivim, bi tenê çend hevok û hejmareke gotinan dizanim''.


Li gorî hin amaran li Almanya zêdetirî yek milyon Kurd dijîn û mezintirîn revenda (diyaspora) Kurdî ya li derveyî welat li Almanya ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst