Li Amerîkayê cara ewil şaredariyekê Cejna Remezanê wek bêhnvedana fermî qebûl kir

20-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Michiganê ya Amerîkayê Şaredariya Dearbornê roja ewil a Cejna Remezanê ji bo Misilmanan wek bêhnvedana fermî qebûl kir.

Şaredarê Dearbornê Abdullah Hammoud di daxuyaniyekê de got: "Cara ewil e ku şaredariyek Cejna Remezanê wek bêhnvedana fermî qebûl dike, baweriya we jî wek yên din bi fermî  tê nasîn. Bi ya min ev pir girîng e.”

Abdullah Hammoud bi eslê xwe ji Lubnanê ye di sala 2021an de wek şaredarê Dearbornê hatiye hilbijartin û kesekî Misilman e.

Bi vê biryarê li Amerîkayê cara ewil hemû karmendên şaredariyê dê bikaribin roja ewil a Cejna Remezanê destûra bipere bi kar bînin.

Di 21ê Nîsanê roja înê li bajêr dadgeh û pirtûkxane jî dê girtî bin.

Di roja duyem a cejnê de jî şaredarî dê bi boneya Cejna Remezanê merasimekê saz bike.

Dearborna nifûsa wê 110 hezar e wek bajarê Amerîkayê yê ku herî zêde Misilman lê dijîn tê zanîn, lewra nîvê nifûsê Ereb e.

Li bajarên New York û New Jerseyê jî gelek Misilman dijîn, ji ber vê roja ewil a cejnê dibistan tên girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst