Kharkiv bi dijwarî tê bordûmankirin

20-03-2022
RÛDAW
Endamekî Serwîsa Hawarçûnê ya Hikûmeta Ukraynayê roja 17ê Adara 2022an hewla vemirandina agirê li avahiya enstîtuyeke perwerdehiyê ya li bajarokê Merefa yê ser bi bajarê Kharkivê dide. Wêne: AFP
Endamekî Serwîsa Hawarçûnê ya Hikûmeta Ukraynayê roja 17ê Adara 2022an hewla vemirandina agirê li avahiya enstîtuyeke perwerdehiyê ya li bajarokê Merefa yê ser bi bajarê Kharkivê dide. Wêne: AFP
Nîşan Kharkiv Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşa herî zêde ji bajarê Kharkivê li bakurê rojhilatê Ukraynayê wêran bûye, artêşa Rûsyayê kêmî 13 kîlometreyan li aliyê rojhilatê bajêr dûr e, berpirsên Ukraynayê jî dibêjin, Rûsya taktîka şer ji êrîşên bejayî bo zêdekirina êrîşên asmanî guhertiye.

Di dîmenan de avahiyek wêranbûyî tê dîtin ku Ukrayna dibêje Rûsyayê ew bordûman kiriye û di encam de kesek hatiye kuştin û 11 kes jî birîndar bûne, û kesekî din jî di bin kavilên avahiyê de maye. Tîmên hawarçûn û rizgarkirinê jî hewl didin wî rizgar bikin.

Daniel ji tîma hawarçûnê ya sivîl li bajarê Kharkivê dibêje, “Divabû ji vî alî kûrtir biçûmaya, min çira xwe bikar anî û wî jî ez dîtim, yek metr û nîvê heta du metre dûr e. Hesin û kelûpelên zêde li vir bi ser hev de ketine, lê em hewil didin wî rizgar bikin, dilgiran mebin.”

Piştî mûşekbaran û bordûmana Rûsyayê dûkela reş bi asmanê Kharkivê ve bilind bûye. Taxa Keyviskaye li rojhilatê Kharkivê jî hatiye bordûmankirin, berpirsên bajêr jî dibêjin, cihê hatiye armanckirn xelkên sivîl tê de bûne.

Tîmên hawarçûnê yên Ukraynî jî kesek bi navê Vladslav rizgar kirine.

Ji Vladslav derbarê rewşa wî ya tendirustiyê pirs tê kirin û ew dibêje, “Ti demekê wek niha baş nebûm.”

Vladslav piştî cixareyek kişand yekser wiha pê de çû: “Bi rastî ez heta dawiya jiana xwe sipasxwazim, evana kesin zêde baş in, karekî zêde û girîng dikin, ez nizanim çi bibêjim.”

Dîmenên meydanî tevlîhev in, di demekê de Rûsya tekeziyê li destparêziya xwe li lêdana armancên sivîl dike, Ukrayna dibêje cade û taxên bordûmankirî yên welat, nerastbûna bangeşeyên Rûsyay nîşan didin.

Netewên Yekbûyî jî dibêje, kuştiyên sivîl ên Ukraynayê nêzîkî 900 kesî bûne û birîndar jî hezar û 300 kes derbas kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst