Joe Biden bi serdaneke ji nişka ve çû paytexta Ukraynayê

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Volodymyr Zelensky Kyiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Joe Biden bi serdaneke ku berê nehatibû ragihandin çû Kyivê û bi Zelensky re civiya. Joe Biden dibêje Putin di mijara şerê Ukraynayê de “gelekî xelet” bû.

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro Duşemê 20ê Sibata 2023an bi serdaneke ji nişka ve ku berê nehatibû ragihandin gihîşte Kyiv a paytexta Ukraynayê û di çend dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin tê dîtin ku ji aliyê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ve tê pêşwazîkirin.

Joe Biden piştî ku gihîşte Kyivê li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Di dema ku em nêzî salvegera dagirkirina hovane ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dibin de, ez îro li Kyivê me da ku bi Serok Zelenskyy re bicivim û pabendbûna xwe ya ji bo demokrasî, serwerî û yekparçebûna axa Ukraynayê dupat bikim.”

Biden diyar kir dema berî salekê, “Putîn êrîşî Ukraynayê kir, wî digot qey Ukrayna lawaz e û rojava parçe bûye” û got lê ew “gelekî xelet” bû.

Biden her wiha diyar kir ku piştgiriya ku ew didin Ukraynayê bi hevpeymanên xwe re dê berdewam be.

Serdana Biden di demekê de ye ku di 24ê Sibatê de, salek di ser destpêkirina Rûsyayê şerê li dijî cîranê xwe Ukraynayê.

Serdana Biden dê bibe yekem serdana wî ku wek Serokê Amerîkayê ji bo Ukraynayê bike.

Ji destpêka şer û vir ve, Amerîka piştgirê serekî yê Ukraynayê li dijî Rûsyayê ye û nêzîkî 25 milyar dolar alîkariya leşkerî daye.

Pêngava herî dawî ya piştgirîya Amerîkayê ji bo Ukraynayê di Kanûnê de pejirandina dayîna tankên Abrams bû. Di 25ê Kanûnê de, Biden ragihand ku dê 31 tankên Abrams radestî Ukraynayê dikin. Tê payîn ku tank heta havîna îsal bigihêne Ukraynayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst