Zaxarova bo Rûdawê: Sûriye dewleteke serwer e

20-02-2020
RÛDAW
Nîşan Maria Zaxarova Wezareta Derve ya Rûsyayê Idlib Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ji Rûdawê re ragihand berî ku ultîmatom bi rêveberiya Sûriyê bên dayîn divê jibîr nekin ku Sûriye dewleteke serwer e.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova derbarê gefên hikûmeta Tirkiyê yên destpêkirina êrişeke li dijî artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê, ji Rûdawê re axivî.

Maria Zaxarova li ser vê mijarê bersiva pirsa Kamîz Şeddadî, peyamnêrê Rûdawê da û amaje bi serweriya dewleta Sûriyê kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova got, “Alozikirina rewşê li ser erdê…bi her hal û kar, ew ne nêrîta me ye, em çêtir dibînin ku bi kanalên dîplomasiyê tev bigerin.  Lê hin dewlet hene ku destûr didin xwe, ku bi riya daxuyaniyan tev bigerin. Beriya ku ultîmatoman bidin rêveberiya Sûriyê bo ku li ser erdê welatê xwe çi bike an çi neke, bila jibîr nekin ku Sûriye dewleteke serwer e.”

Maria Zaxarova di dewama axaftina xwe de tekez kir, “Hêzên çekdar ên Sûriyeyê li ser erdê xwe ne.  Ev yek prensîpeke bingehîn e. Bê guman, hevkakriya hêzên çekdar ên Sûrî bi hêzên Rûsya û bi hêzên hin dewletên din jî heye. Lê  divê civata cîhanî prensîpa bingehîn jibîr neke, nexwe mijara gotinê dewleteke serwer e. Û ji bo daxuyaniyên weha kanalên taybet hene.  Ji ber ku ew kanal hîn berhemdar in.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya, “Gelo li Moskowê tê plankirin ku şandeke nû bişîne Enqerê ji bo berdewamkirina gotûbêjan di vê mijarê de?” tekez kir ku peywendiya wan di warê dîplomatîk û serbazî de bi Tirkiyê re nehatiye birîn û got, “Herwiha li ser erdê jî kanalên temasê hene, ku pisporên serbazî pê didin û distînin. Û bê guman, niha êdî qadeke alenî jî heye, ku her alî dikare bi alenî daxuyaniya aliyên din şîrove bike.  Lewma jî temas nayên birîn.”

Derbarê egera serdana şandeke Sûrî bo Tirkiyê jî Zaxarovayê got, “Ev yek li gorî pêwîstiyê tê encamdan. Ji xwe pêwîstiyeke weha dikare her kêlî, an jî dikare demên pêş derbikeve holê.”

Ev di demekê de ye ku Nûnerê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioglu îro di Encûmena Asayişa ya NYê de ragihand ku ew leşkerên xwe ji Idlibê venakişînin û divê heta dawiya vê mehê, hêzên Sûriyê li herêma Idlibê ji cihên xwe yên niha vekişin.

Nûnerê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî got jî: “Tirkiye dê li Îdlibê li hemû cihên ku gefin in, bixe. Em dê leşkerên xwe paşve venekişînin û ji baregehên çavdêriyê venekişin. Heta dawiya mehê divê rejim ji pozîsyona xwe ya niha vekişe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst