Îro Donald Trump vedigere Florida

20-01-2021
RÛDAW
 Xelkê Floridayê nerînên cuda li ser vegera Trump hene
Xelkê Floridayê nerînên cuda li ser vegera Trump hene
Nîşan Donald Trump Florida Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden sond bixwe û dest bi îdarekirina Amerîka bike, Donald Trump dê vegere mala xwe ya li Florîda. Xelkê Floridayê nerînên cuda li ser vegera wî hene, hinek ji wan dibêjin ku ew şanaziyê bi wî dikin û hinekên din jî ditirsin û dibêjin ew dudil in û nizanin ka wê piştî vegera Trump, çi were serê bajar û taxên wan.

Di demekê de ku Biden li Koşka Spî sond dixwe, Trump amade nabe, lê diçe taxa xwe ya bedew li Floridayê. Ew li wir xwediyê vîlla, yaneyên mezin û kompanyayên kirîn û firotina xanî û eqaran e. Ji hemûyî jî giringtir ew li wê perava deryayê, xwediyê havîngeheke navdar bi navê Mar-a-Lago ye.

Hestên şêniyên navçeyê cuda cuda ne. Hinek ji wan şanaziyê bi vî cîranê xwe dikin/

Şêniyê Perava West Palmê Valorî Barto dibêje: “Em ji wî hez dikin, bi taybetî li vê deverê. Em şanaziyê bi wî dikin, em dizanin wî gelek tiştên baş kirin. Mixabin ku bi vî awayî bi dawî hat. Em hêvîdar in di siberojê de karên baştir jî jê bibînin.”

Beşeke din a şêniyên vê taxa aram, ditirsin ku Trump li vir jî li jiyaneke aram negere, lê karên xwe yên berê berdewam bike, bi taybetî piştî hilbijartina serokatiyê.

Şêniya Perava West Palmê Janet Reynolds got: “Bi rastî ez ditirsim ka dê çi li vê taxê biqewime eger ew vegere. Gelo dê li vir jî tevlîhevî û pirsgirêk biqewimin? Ev der taxeke aram e, hergav wisa bû. Em tevlîheviyê naxwazin.”

Şêniyê Perava West Palmê John Makulîfî jî diêje: “Bi nêrîna min ew tevlîheviya wek tu dizanî, ku wî çêkir, dibe ku rûbirûyî me jî bibe. Me di TV de dît çawa nav di wan dida, tiştekî kirêt bû.”

Îro çarşemê, Donald Trump, bi temamî Koşka Spî li şûn dihêle. Geşta herî dawî bi balafira Air Force One dike.

Ew di demekê de terka Koşka Spî dike, ku li gor rapirsiya herî dawî kêmtirîn pesina wî ya serokatiyê li Amerîkayê heye. Li gor rapirsiya ku vê mehê hat kirin, tenê ji sedî 34ê Amerîkiyan piştevaniya karên Donald Trump dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst