Erdogan bi telefonê bi Zelensky û Putîn re axivî

19-11-2022
RÛDAW
Nîşan Volodymyr Zelensky Pûtîn Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re peywendiyeke telefonî pêkanî.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, Serokkomarê wî welatî Recep Tayîp Erdogan roja Înê 18ê Mijdara 2022an derbarê pêşhatên dawî yên şerê Ukrayna û rewşa dawî ya korîdora dexlûdan de ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky peywendiyeke telefonî pêk aniye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Erdogan di wê peywendiya telofonî ya ligel Serokê Ukraynayê de, ji bo helwêsta wî ya erênî ya li ser dirêjkirina Peymana Stenbolê (peymana dexlûdan) spasiya Volodymyr Zelensky kiriye.

Herwiha Erdogan di peywendiya xwe ya telefonî ya ligel Serokê Rûsyayê de jî pêşhatên dawî yên şerê Rûsya û Ukraynayê, mijarên navçeyî, peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê û herwiha korîdora veguhestina dexlûdan gotûbêj kirine.

Erdogan ji bo pêşniyara Putîn a avakirina navendeke gazê li Tirkiyê jî spasiya wî kiriye û gotiye dê aliyên peywendîdar û tîmên teknîkî di warê bazirganî û hiquqî de karên pêdivî ji bo vê yekê bikin.

Piştî ku Sibata îsal di navbera herdû aliyan de şer destpê kir, vê yekê bandor li ser hinardeya genim û dexlûdan jî kir û li tevahiya cîhanê nirxê xorakê zêde bû. Lê  di Hezîrana îsal de bi beşdariya Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê û serpereştiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Stenbolê, ji bo veguhastina berhemên dexlûdan û xorakê yên Ukraynayê, bi rêya Deryaya Reş bo bazarên cîhanê, peymanek hatibû îmzekirin û di çarçoveya wê peymanê de dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanê dihat veguhestin.

Tirkiyê ji destpêkê vê di nav vê proseyê de cih girtibû ew peyman bi navbeynkariya wê li bajarê Stenbolê hatibû îmzekirin, lê Rûsyayê 29ê Cotmeha 2022ê ragihand ku ew ji wê peymnanê vekişiya ye lê piştre bi navbênkariya Tirkiyê hinardeya dexlûdan destpê kir.

Li gor zanyariyan Rûsya û Ukrayna 1 li ser sêyê tevahiya berhemê genim li cîhanê berhem tînin û ew herdû welat rêjeyeke diyar a genim û berhemên dexlûdan hinardeyî welatên cîhanê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst