Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê li dijî biryara dûrxistina şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê derket
Hewlêr (Rûdaw) - Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Kati Pirî, twitta Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya derbarê dûrxistina serokên şaredariyên sê bajarên Bakurê Kurdistanê de parvekir û got: “Bi baweriya min li Tirkiyê hemû serokên şaredariyan ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin eger neyînin ziman jî bi heman awayî difikirin.”
Nerazîbûnên derbarê dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê û danîna qeyûman li şûna wan ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve berdewam in.
Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Kati Pirî jî biryara wezaretê rexne kir.
Pirî, li ser hesabê xwe yê medya civakî twitta Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ya derbarê dûrxistina serokên şaredariyên sê bajarên Bakurê Kurdistanê de parve kir û got: “Serokê Şaredariya Stenbolê, dûrxistina serokên şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê yên Kurd rexne kir. Bi baweriya min li Tirkiyê hemû serokên şaredariyan ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin eger newêribin bînin ziman jî bi heman awayî difikirin. Serokên Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê piştî pênc meh di ser hilbijartina wan re derbas bûn bi îdîaya peywendiya wan ligel terorê heye tên dûrxistin. Rêzgirtineke sifir li tercîha gel. Di rêzê de çi heye? Jikar dûrxistina serokên şaredariyên Enqere û Stenbolê?.”
Mayor of Istanbul criticizes replacement Kurdish mayors Mardin, Diyarbakir and Van. I assume every democratically elected mayor in Turkey thinks the same (even if they don’t dare to say it). https://t.co/aTNQQm6ezK
— Kati Piri (@KatiPiri) 19 Ağustos 2019
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse