NY: Kuştina ji ber şerê çekdarî ji sedî 72 zêde bûye

19-06-2024
RÛDAW
 Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk raporek belav kir / Wêne: AA
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk raporek belav kir / Wêne: AA
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Volker Turk Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora dawî ya Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk hejmara kuştiyên sivîl ji ber şerê çekdarî li cîhanê par bi rêjeya ji sedî 72 zêde bûye.

Rêjeya jinên ku di heman salê de hatine kuştin, du qatan zêde bûye, wate bi rêjeya ji sedî 100 a jiyan û ya zarokan jî bi rêjeya ji sedî 300 zêde bûye.

Li gorî amarên UNESCOyê 72 rojnameger hatine kuştin ku piraniya wan ji ber şer in.

Herwiha herî kêm 42 çalakvanên mafên mirovan li 11  welatan hatine kuştin.

Xeze

Ji ber şerê li Xezeyê ji 7 Çiriya Pêşîna 2023yan û heta niha zêdetirî 120 hezar kesî hatine kuştin û birîndarkirin.

Piraniya wan wan jin û zarok in.  Herwiha ji ber êrişên Îsraîlê ji destpêka gulanê û heta niha zêdetirî milyonek Filestînî bi neçarî koçber bûne û karê gihandina alîkariyên mirovî gelekî bi zehemet bûye.

Pêwîst e dawî  li dagîrkeriyî were û çareseriya du dewletî bibe rastî.

Libnan

Ji ber şerê di nvbera Libnan û Îsraîlê de 401 kes li Libnan hatin kuştin û 90 hezar kes koçber bûne. 

Li aliyê Îsraîlê jî zêdetirî 60 hezar kesî  koçber bûye û 25 Îsraîlî hatine kuştin.

Ukrayna

Rewşa li Ukrayan hîn jî xirab e, ji ber êrişa bejahî ya vê dawiyê ku hêzên Rûsyayê li Xarkivê encam da, hinek avahiyên bi komî bi temamî wêran bûn.

Herwiha elektirîk, av û xwarin gelekî kêm bûye.

Ji ber êrişan ji sedî 68 şiyanê hilbirîna elektirîkê li Ukrayna hatiye jinavbirin.

Sûriye

Kuştina sivîlan, tundûtujiya civakî, girtina xwepêşanderan berdewam dike.

Li Sûriyeyê şer wekî salên berê nemaye lê  mirina di zindanan de berdewam dike, bi taybetî li navçeyên hikûmetê.

Herwiha Sûriyeyiyên vedgerin têne girtin.

Îran

Li Komara Îsalamî ya Îranê girtin berdewam dikin.

Girtina jinan a ji ber rakirina desmalê berdewam dike.

Em dixwazin yekser cezaya bidarvekirin nemîne ji ber ku  ji destpêka îsal û heta niha bidarvekirin gelekî zêde bûye.

Sûdan

Ji ber nakokî û aloziyên etnîkî Sûdan wêran dibe û ew welat ji alîkariyên mirovî hat bêparkirin.

Çalakvanên mafên mirovan têne girtin, tawanên şer li wir têne kirin.

Li Sûdan xelkê bi komî koçber dibe û kareseteke mirovî ya tund li wir heye.

Girîng e ku karê navbeynkariyê ku Arîqayê li xwe girtiye bigihêje encamekê û şer bi dawî bibe.

Jîngeh

Ev şer bandora xwe li jîneghê dike ku niha guherînên keşûhewayê yek ji astengiyên herî li pêş e mirovayetî rûbirûyî wê dibe.

Li Afrîkaya Başûr 61 milyon kes di bin bandora hişkesalî de ne.

Herwiha welatên wekî Malawî, Zîmbabwe û Zambiya rewşa karesatê ragihandine.

Karesatên jîngehehê li wan welatan zêdetir diyar dibe ji ber ku rewşa  xelkê wê bi xwe ne baş e û pirsgirêka xwarinê heye.

Herwiha hikûmetên wan welatan deyndar in.

Hûn dizanin nîvê nişteciyên cihanî (3,3 milyar kes) li wan welatan dijîn ku hikûmetên wan pereyan li ser dana deynên xwe xerç dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst