Li nav axa Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn

22-12-2023
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Şer PKK Leşkerên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di êrişeke gerîlayên PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro gerîlayên PKKyê li Başûrê Kurdistanê êrişî leşkerên wan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de 3 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta navborî herwiha got ku 4 gerîlayên PKKyê di êrişên wan de canê xwe ji dest da.

Li aliyê din Parlamenterê Bursayê yê ÎYÎ Partiyê Selçuk Turkoglu jî li li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di êrîşeke gerîlayên PKKyê ya li dijî baregeheke leşkerî ya komandoyan a li parêzgeha Colemêrgê de 6 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Li gorî hinek çavkanî û malperên nûçeyan yên xwecihî, li devera Bêsosinê ya navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de şer derket.

Li gorî heman çavkaniyan 6 leşker û 2 cerdevan hatine kuştin.

Herwiha heman çavkanî îdia dikin ku 5 gerîlayên PKKyê jî canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din PKKyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî belav nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst