Rizgarbûyê keştiya binavbûyî bi dîtina birayê xwe şad dibe

19-06-2023
Loloxan
Rizgarbûyê keştiya binavbûyî bi dîtina birayê xwe şad dibe
Rizgarbûyê keştiya binavbûyî bi dîtina birayê xwe şad dibe
Nîşan Yunanistan Keştiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di keştiya ku li nêzîkî peravên Yunanistanê binav bûye de hejmareke zêde ya koçberan canê xwe ji dest dan û hejmareke zêdetir jî heta niha wenda ne lê beşek ji wan koçberan hatine rizgarkirin.

Mihemed yek ji 104 rizgarbûyên keştiya binavbûyî ya Yunanistanê ye. Di rêya gehiştina bo Ewropayê de nêzîkî mirinê bibû lê gihîşte hembêza birayê xwe yê mezin Fadî ku ev çend sal in li Holandayê dijî.

Giriyê Fadî û Mihemed hem ji kêfxweşiya hevdîtinê û ji aliyekî din jî ji bo xwişka wan e ku heta niha wenda ye.

Koçberê bi navê Fadî anî ziman, “Xwişka min ne diyar e, ez nizanim li ku derê ye. Dibe ku di nav deryayê de be.”

Tê texmînkirin di nav keştiyê de 400 heta 750 koçberan hebin ku 100 ji wan zarok bûn. Ji wê hejmarê jî nêzîkî 140 kesan xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne.

Keştî li navçeya Tubriqê ya bakurê Lîbyayê çûye nav deryayê û ber bi aliyê Îtalyayê ve ketiye rê. Lê 80 kîlometreyan dûrî peravên Pilosa Yunanistanê binav bûye.

Karmendê civakî Arety Glizo got, “Me doh serdana nexweşxaneyê kir. Vê çîrokê ez zêde şok kirim ku çawa zilamekî karî xwe rizgar bike, gotiye wî heta 2 demjimêran li nav termên zarokan avjenî kiriye.”

Heta niha mirina 78 kesên nav vê keştiyê yekalî bûye, gera li pey diyarkirina çarenivîsa kesên din berdewam e lê heta niha ti zanyarî bi dest neketine û hêdî hêdî tîmên lêgerînê bê hêvî dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst