Li Yunanê koçberekî Sûrî piştî binavbûna keştiyê li hevjîna xwe digere

16-06-2023
Loloxan
Li Yunanê koçberekî Sûrî piştî binavbûna keştiyê li hevjîna xwe digere
Li Yunanê koçberekî Sûrî piştî binavbûna keştiyê li hevjîna xwe digere
Nîşan Koçberê Sûrî Yunan Keştiya Koçberan Binavbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li perava Kalamata ya Yunanê di 14ê Hezîrana 2023yan de di bûyereke binavbûna keştiyeke koçberan de heta niha 80 koçberan canê xwe ji dest dane û 104 kes hatine rizgarkirin.

Qurbanî û rizgarbûyên keştiya binavbûyî ya roja 14ê Hezîranê anîne Benderê Kalamata yê Yuanê.

Penaberê yê bi navê Sûrî Qasim Ebû Zêd ku li Almanyayê dimîne bi hawara hevjîna xwe ve hatiye, ku li gel birayê xwe di nav wê keştiyê de bû.

Vê bûyerê bi dehan çîrokên terajîdîk li pey xwe hiştin, yek ji wan jî çîroka penaberê Sûrî Qasim Ebû Zêd û hevjîna wî ye. Ebû Zêd ku li Almanyayê dimîne, hevjîna wî û birayê xwe di wê keştiyê binavbûyî de jiyana xwe ji dest dan.

Penaberê Sûrî Qasim Ebû Zêd got “Min rewşa penaxwaziyê bi armanca kar bo hevjîna xwe pêşkêş kiribû, lê demeke dirêj li bendê mam, ez li Almanya kar dikim, xwasta min nehat qebûlkirin.”

Ji aliyê xwe ve serokê opozisyona Yunanê Alexis Tsipras serdana rizgarbûyan kir, û daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê kir siyaseta xwe beramberî pirisgirêkên koçberiyê û koçberan biguherine.

Serokê Opozisyona Yunanê Alexis Tsipras “Pêwîst e siyaseta koçberiyê bê guhertin, pêwîst e carnameyeke nû ya penaberiyê çêbibe, lêvegereke di rêkeftina Dublin 2 de çêbibe. Rêkeftineke nû bo koçberiyê û penaberiyê çêbibe, carnameyeke ku hemû endam berpirsyar bin, ne tenê welatên pêşwazîkirinê, û divê rêyên koçberbûnê yasayî bin, û ne tenê dîwar bin.”

Li gor Komisyona Koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di navbera 700 heta 750 kesan di nav keştiya binavbûyî de bûn. Ligor berpirsên tendirustiya Yunanê heta niha 80 koçberan canê xwe ji dest dane û 104ê din jî hatine rizgarkirin û yên din heta niha windayî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst