NY ji bo pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê nûnerekî erkdar dike

19-05-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Bexda Encûmena Asayişa Navdewletî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Hat ragihandin, welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî piştevaniya destnîşankirina nûnerê taybet ji aliyê Serok Nêçîrvan Barzanî bo hêsankirina diyalogê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin.

Roja Sêşemê 17ê Gulana 2022an Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî civîna xwe ya asayî ya derbarê Iraqê de li dar xist û Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert têde gotarek pêşkêş kir û herî zêde di gotara xwe de behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo civîna Encûmena Asayişa Navdewletî du nameyên cuda şandibûn û tê de daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiribû ku ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr-Bexdayê, alîkar bin.

Hat ragihandin, welatên endam di Encûmena Asayişa Navdewletî de piştgiriya daxwaza Nêçîrvan Barzanî dikin û dê ji bo hêsantirkirina diyaloga di navbera Hewlêr-Bexdayê nûnerekî taybet destnîşan bikin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, "Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dubare daxwaza gotûbêjeke saziyane û organîzekirî ya berdewam dike di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku derencama wê rêkeftineke berdewam û li ser destûrê be li ser pirsgirêkên heyî, ji wan jî pirsgirêka dabeşkirina çavkaniyên enerjiyê."

Hat diyarkirin ku 15 welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî piştevaniya daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin bo destnîşankirina nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya diyaloga berfireh di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin.

Cîgirê Nûnerê Çînê Li Neteweyên Yekbûyî Dai Bing anî ziman, "Em bêguman piştgiriya diyaloga navbera Hikûmeta merkezî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkan dikin da ku çareseriyeke daîmî bê dîtin û peywendiyên xwe zêdetir pêş bixin."

Her wiha Cîgirê Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Dmitriy Polyanskiy jî li ser çareseriya nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, "Em pêşwaziyê li dûbare destpêkirina diyalogê dikin di meha Nîsanê de di navbera desthilatên federalî li Bexda û hikûmeta otonomî ya Kurdî li ser wan mijarên ku cihê nakokiyê ne li pêş hemûyan mijara petrol û gazê. Em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina wê pirsgirêkê dibe sedema çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û mezhebî ku bûne asteng li ber sûdwergirtina ji derfetên aborî bû wêya sûd bo hemû Iraqiyan be."

Têgihîştina aramiya Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Iraqê û hemû herêmê girîng e, bûye nêrîneke qebûlkirî ku Meksîka jî di axaftinên xwe yên derbarê Iraqê de û nirxandina xwe ya fermî derbarê hûrgiliyên rewşa Başûrê Kurdistanê de radigihîne.

Cîgira Nûnerê Meksîkayê li Neteweyên Yekbûyî Alicia Bueldresiog got, "Wek gotarên din li vê derê, welatê min êrîşa roja 13ê Adarê ya li ser Hewlêrê şermezar dike û em bi hûrî çavdêriya wê yekê dikin û hêvîdar in zû derancamên lêkolînan bên ragihandin. Her wiha sedemeke din a nîgeraniya me rewşa Şingalê ye û em daxwaza cîbicîhkirina bi tevahî rêkeftinnameya sala 2020ê dikin."

Ev baldariya navneteweyî ya li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê berovajî helwesta beşeke sereke ya rayedarên Bexdayê ye ku Rûdawê jî li ser çend hewldanên dîplomatîk ên Iraqê ji bo kêmkirina hejmara hevdîtinan û baldariya navneteweyî ya li ser rewşa Iraqê agahî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst