Îspanya stratejiya derketina ji krîza koronayê amade dike

19-04-2020
RÛDAW
Nîşan Spanya Coronavirus Pedro Sanchez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Spanyayê stratejiya derketina ji krîza koronayê amade dike û li gor stratejiya nû, rewşa awarte heta 15 rojên din tê dirêjkirin, lê asankarî bo çûn û hatin û hinek karên bazirganî tê kirin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez di civîneke çapemeniyê de ragihand ku stratejiya derketina ji vê krîzê amade kiriye û îro Yekşemê pêşniyaran dide serokê herêman û herwiha Parlamentoya Spanyayê.

Sanchez da zanîn ku pêşniyar dike qedexeya çûn û hatinê ligel hinek asankariyan heta 15 rojên din were dirêjkirin, wate heta 9ê Gulanê berdewam be. Hevdem li gor plana nû ya hikûmeta Sanchez, dawiya vê mehê destûr tê dayîn zarok derkevin derve û asankariyên din bo çûn û hatina xelkê û karê bazirganî dikin.

Ev plana hikûmeta Îspanyayê di demekê de ye ku heta niha li Îspanyayê 194 hezar û 416 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 20 hezar û 639 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîka 75 hezar kes jî baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst