Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, Myles Caggins bi zimanê Kurdî pîrozbahî li şervanên jin ên nû yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û ji wan re got: “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e.”
Myles Caggins li ser hesabê xwe yê Facebookê, vîdyoyeke derçûna hejmarek ji şervanên jin ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kiriye û bi zimanî Kurdî pîrozbahî li wan kiriye.
Caggins herwiha ji wan şervanan re biwêjeke Kurdî bikar aniye û nivîsandiye: “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e!”
Caggins herwiha weke pîrozbayî nivîsiye: “Pîroz be li şervanên nû. Her bijî!”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê herwiha her heman biwêja Kurdî û pîrozbahiya xwe bi zimanê Ingilîzî jî nivîsiye.
Şêr şêr e çi jin e çi mêr e! 🦁 Pîroz be li şervanên nû. Her bijî!
— OIR Spokesman Col. Myles B. Caggins III (@OIRSpox) November 18, 2019
❤️💛💚 Congratulations to the new class of female #SDF fighters. A lion is a lion. Video here 👇🏽👇🏽👇🏽 #TwitterKurds #Rojava #DefeatDaesh @SdfSpokesperson @CJTFOIR #WomenPeaceSecurity https://t.co/5jgPq2kuO6
Myles Caggins di 3ê Mijdarê de jî peyameke bi Kurdî belav kiribû.
Caggins di peyama xwe de gotibû: “Ji destpêka şerê li hemberî DAIŞê ve heta niha jinan, di nava qadên şer de cihên xwe girtin û bi beşdarbûyîna xwe, cîhêrengîya di nav koalîsyona me de bihêztir dikin. Jin, aştî, ewlehî!”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse