Talîban bo koçberên Efxanî şandekê dişîne Tirkiyê

18-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Talîbanê ragihand ku bo lêkolînkirina rewşa koçberên Efxanî yên li wî welatî şandeke ser bi Wezareta Koç û Penaberan a Efxanistanê dişîne Tirkiyê. Ev di demekê de ye ku van demên dawî dersînorkirina koçberên Efxanî ji Tirkiyê zêde bûye.

Efxanistan, bo koçberên Efxan ên li Tirkiyê ket tevgerê. Talîbanê ragihand ku hefteya bê bo lêkolînkirina rewşa koçberên Efxanî yên li wî welatî şandeke ser bi Wezareta Koç û Penaberan a Efxanistanê dişîne Tirkiyê.

Cîgirê Wezîrê Koç û Penaberan ê Efxanistanê Mohammed Arsala bi daxuyaniyekê da zanîn ku derbarê rewşa koçberên Efxanî û vegera wan a Efxanistanê de ligel aliyê Tirk negehiştine encamekê û di vê derbarê de heta niha ti rêkeftinek nîne.

Arsala got: “Daxwaza me ya ji Tirkiyê, di çarçoveya mafên navdewletî û mafên mirov de ku bo koçberan hatine dayîn, asankarî ji koçberên Efxanî yên li Tirkiyê re bê kirin.” Herwiha eşkere kir ku di hundirê hefteya bê de şandeke Afxanîstanê bi armanca lêkolînkirina rewş û pirsgirêkên koçberên Efxanî diçe Tirkiyê.

Arsala got: “Vegera koçberan, pirsgirêkên wan, hevkarîkirina wan bi berfirehî tên gotûbêjkirin û dê hemû pirsgirêk li ber çav bên wergirtin.” Talîbanê, bo rê li ber dersînorkirina bi zorê ya koçberên Efxanî bigre, şand şandibûn Îran û Pakîstanê.

Li gor amarên Komeleya Hevkarîkirina Penaberên Efxanî ya Tirkiyê, Tirkiyê di 7 mehên dawî de nêzîka 40 hezar koçberên Efxanî dersînor kirine. Herî dawî roja 13ê Tebaxa 2022ê 136 koçberên Efxanî ji Tirkiyê bo welatê wan hatibûn dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst