Ermenistanê 3yê Tebaxê wekî ‘Roja Bibîranîna Komkujiya Êzidiyan’ ragihand

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Roja Bibîranîna Komkujiya Êzidiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ermenistanê 3yê Tebaxê wekî “Roja Bibîranîna Komkujiya Êzidiyan” ragihand.

Li gorî nûçeya Armenpressê, Parlamentoya Ermenistanê bi 88 dengan projeyasaya pêkanîna guhertinê di “Rojên Cejnê û Bibîranînên Ermenistanê” de pesend kir.

Parlamenterê Partiya Peymana Sivîl ê Êzidî Rustem Bekoyan pêşniyara guherînê di yasaya Rojên Cejnê û Bibîranînên Ermenistanê de kiribû û ew pêşkêşî Parlamentoya Ermenistanê kiribû.

Rustem Bekoyan da zanîn ku dive komkujiya li hemberî Êzidiyan hatiye kirin ji aliyê raya giştî ya Ermenistanê û hemû mirovahiyê ve bê zanîn.

Rustem Bekoyan amaje bi wê yekê jî kir ku Komkujiya Êzidiyan di van salên dawî de ji aliyê bi dehan welat û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî ve wekî komkujî hatiye naskirin.

Parlamentoya Ermenistanê êrişa DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an a li Şingalê û kuştin û revandina Kurdên Êzidî wekî “komkujî” qebûl kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst