Swîsre: Zêdetirî 24 hezar koçberan serlêdana mayînê kirine

18-02-2023
Hêmin Ebdullah
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Swîsre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her çend jiyan li Swîsreyê dijwar be jî, ew welat bi zehmetî mafê mayînê dide koçberan. Tevî vê yekê, amarên fermî yên Swîsreyê nîşan didin ku di mehên dawî de, hejmareke zêde ya welatiyên Afganistan, Tirkiye û Sûriyê koçî wî welatî kirine û daxwaza mafê mayînê kirine.

Li gorî daneyan di çend mehên dawî de 24 hezar û 511 kesan serlêdana mayînê li Swîsreyê kirine. Ev jî li gor sala borî 9 hezar û 583 kes zêdetir e, ji ber vê yekê Wezareta Koçberiyê ya Swîsreyê çaverê dike ku hejmara îsal bigihêje 27 hezar kesan.

Piraniya kesên ku di mehên dawî de serlêdana mayînê kirine ji Afganistanê ne, bi 7 hezar û 54 serlêdanan. Li dû wan welatiyên Tirkiyê û Sûriyê tên ku di nav de Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî hene. Ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ewqas kes neçûne Swîsreyê.

Wezareta Swîsreyê eşkere kir ku biryar li ser piraniya serlêdanên mayînê hatine dayîn û tenê 4 hezar û 816 kes an jî dozan mafê mayînê wergirtine. 7 hezar û 801 doz hene ku heta niha biryar li ser nehatiye dayîn.

Du ji sêyê koçberên ku xwe çûne Almanyayê di sîstema Eurodacê de nehatine tomarkirin

Wezareta Koç û Koçberan a Almanyayê jî ragihand ku ji 151 hezar 277 serlêdanên ji bo mayînê di sala 2022an de, du ji sêyê dozan agahî li ser nînin ku berî bigihêjine Almanyayê li çi welatekî din ê Ewropayê bûne. Yanî pencemora wan derneketiye holê. Li gorî sîstema YE; her koçberekî ku digihêje yekemîn dewleta endamê YE, pencemora wî di sîstema Eurodac de tê tomarkirin.

Ji ber vê yekê dema ku penaber diçe welatekî din pencemora wî diyar dibe û di piraniya rewşan de vedigerînin welatê din.

Sînorên Almanyayê bi welatên derveyî YEyê re tune ne û tenê rasterast bi firokeyê mirov dikare bigihêje, ji ber vê yekê Hikûmeta Almanyayê normal nabîne ku du ji sêyê koçberên ku derbasî nav sîstema Eurodacê bûne li welatekî din ê Ewropayê nehatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst