Civîna Nêçîrvan Barzanî û Blinken; Girîng e têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê aram bin

18-02-2023
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê Nêçîrvan Barzanî Amerîka Antony Blinken
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di berdewamiya peywendiyên xwe yên di çarçoveya 59emîn Konfiransa Ewlekariya Munchenê ya ku li Almanya birêve diçe de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken hevdîtinek pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Sibata 2023yan di çarçoveya duyemîn roja Konferansa Ewlekariya Munchenê de, ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken hevdîtinek pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de mijarê weke serdana dawî ya şanda Iraqî ya bo Washingtonê û hevdîtinên li gel berpirsên Amerîkayê û pêşxistina peywendiyên di navbera Amerîka û Iraq û Herêma Kurdistanê de li ser bingeha rêkeftina çarçove ya stratejî ku di navbera wan de hatiye îmzekirin û rewşa Iraq hat gotûbêjkirin.

Blinken diyar kir ku ew giringiyê didin peywendiyên welatê xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û bal kişande ser girîngiya peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û tekez jî li ser wê yekê kir ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin.

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî nirxand û tekezî li ser giringiya piştevaniya Amerîka bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir ji bo rûbirûbûna wan aloziyan.

Di civînê de geşedanên li herêmê jî hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de kêfxweş e ku bi Blinken re hevdîtin pêk aniye û got: “Me pabendbûna xwe ya zêdetir bo xurtkirina hevkariyên Amerîka-Iraq/Herêma Kurdistanê dupat kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst