Yekem kesa ku vaksîna Moderna li ser hat ceribandin: Hest bi silametiyê dikim

17-11-2020
RÛDAW
Nîşan Corona Vaksîna Moderna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekem Amerîkiya ku vaksîna Kompanya Moderna li ser hatiye ceribandin dibêje, bi bihîstina nûçeya kompanyayê kêfxweş e ku dibêje vaksîna wan silamet e û bi rêjeya ji sedî 94 bi bandor e.

Jennifer Haller meha Adarê, bi awayekê xwebexş jiyana xwe xist metirsiyê û got amade ye vaksîn li ser bê ceribandin.

Niha Jennifer yek ji wan 45 xwebexşan e ku piştî vaksîna Moderna hest bi silametiyê dikin.

Jennifer Haller ku vaksîn li ser hatiye ceribandin, behsa encamên vê li ser xwe dike û dibêje: “Ew ceribandina 16ê Adarê hat kirin, bo min gelekî sade bû. Bo wergirtina yekem doza vaksînê çûme hundir û piştî çar hefteyan min duyem doza vaksînê wergirt. Piştre her meh bo pişkinîna xwînê vedigerim. Ligel vê jî min hest bi silametî û kêfxweşbûnê kiriye. Her tişt pir baş e.”

Kompanya Moderna ya Amerîkî ragihandiye ku vaksîna wan ji sedî 94.5 bi bandor e û rê li bi pêketina Coronayê digre. Hefteyek berî niha Kompanya Pfizer a Amerîkî ku ligel BioNTech a Almanî vaksînek berhem anîne, ragihand ku vaksîna wan ji sedî 90 bi bandor e. Ev kompanya niha hewl didin mohletê werbigirin ji bo vaksînên xwe bo rewşên lezgîn bikar bînin heta tê pesend kirin û bi ser xelkê de tê dabeşkirin.

Neal Browning xwebexşekî din e, ku vaksîna Coronayê li ser hatiye ceribandin, ew jî dibêje:“Ev nûçeyeke nûwaze ye, gelekî kêfxweş im ku ez beşek im ji wê proseyê û hewl jî didim awayekî aştiyê bo vê cîhanê berhem bînim.”

Eger vaksîn were pesendkirin, yekem car Amerîkî werdigrin ku zêdeyî 11 milyon ji wan bi Coronayê ketine û zêdeyî 245 hezar ji wan jî bi Coronayê mirine. Îdareya Xwerak û Dermanê Amerîkayê ragihandiye ku dawiya îsal Kompanya Moderna û Pfizer dibin xwediyê vaksîna Coronayê.

Dawiya 2020ê Moderna 20 milyon doz vaksîn berhem tîne, Kompanya Pfizer û BioNTech jî 50 milyon doz. Moderna ceribandin li ser 30 hezar xwebexşan kiriye û prose jî berdewam e, hê zûye jî were zanîn ka vaksîna Moderna û Pfizer çiqasî di nav laşê mirov de xwe digre.

Di qonaxa sêyem û dawî ya ceribandina vaksînê de, Moderna cerbandina vaksînê li ser zêdetir ji 30 hezar kesên xwebexş pêk anî û encamên wan ceribandinan, di protokoleke taybet de heftî bi heftî tên ragihandin. Ew yek di çarçoveya prensîpa şefafiyetê de ye, ku Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) ji kompaniyên berhemhênerê derman û vaksînan daxwaz dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst