TTB: Nexweşiya heyî ne şewba biharê, Corona ye

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji bo nexweşiyeke ku di nav xelkê de belav bûye hişyariya mesafe û paqijiyê da.

Beşa Bijîşkiya Malbatê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) civîneke ragihandinê ya online çêkir û bal kişand ser  nexweşiyên ku niha zêde bûne.

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanciyê amaje bi amarên karkirina li ser pandemiyê da û diyar kir ku hejmara kesên canê xwe ji dest didin zêde bûne.

Endama Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Sibel Uyanê di daxuyaniyê de diyar kir, ji ber ku rêbazên rêgirtina şewbê nayên bicihkirin li nexweşxaneyan hejmara nexweşan zêde bûye û rewşeke nerênî derketiye holê.

“Piraniya nexweşxaneyan tijî bûne”

Endama Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Sibel Uyanê anî ziman:

“Piraniya nexweşxaneyan tijî bûne. Welatî nikarin cih bibînin. Li dibistanan jî hejmarek zêde ya xwendekaran nexweş in. Li cihên kar ji ber tedbîr nayên wergirtin şewb belav dibe.

Ev nexweşî ne şewba biharê ye, şewba Corona û Influenzayê ye ku mirov pê dimire. Rewşa heyî cidî ye.

Divê karmendên civakî û tenduristiyê li ser şewbê agahiyan bidin, tedbîrên xweparastinê bên bibîrxistin û di vî warî de perwerde were dayîn.”

Ev di demekê de ye ku li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şewbek heye û saziyên pêwendîdar vê yekê wekî tiştekî asayî diyar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst