Li Manchesterê Encûmena Revenda Sûriyeyiyan hat damezrandin

17-09-2023
Hisên Omer
Merasima vekirina Encûmena Revenda Sûriyeyiyan
Merasima vekirina Encûmena Revenda Sûriyeyiyan
Nîşan Encûmena Revenda Sûriyeyiyan Brîtanya Manchester
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê, Encûmena Revenda Sûriyeyiyan hat damezrandin.

Di ahengeke ku hejmarek pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê beşdar bûn, Encûmena Revenda Sûriyeyiyan hat ragihandin.

Cîger Hisênê Serokê Encûmenê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku çend berpirsên bajarê Manchesterê û nûnerê Şahê Brîtanyayê jî beşdarî  ahenga ragihandina encûmenê bûne.

“Şandeya fermî ya şahê Brîtanyayê beşdarî bû”

Serokê Encûmena Revenda Sûriyeyiyan Cîger Hisên wiha axivî:

“Îro ahenga damezrandina Encûmena Revenda Sûriyeyiyan bû. Ew îro hat vekirin.

Derbarê mêvanan de, Alîkara Şaredarê Manchesterê beşdar bû.

Herwiha lord û şandeyên fermî û parlamenter hebûn.

Wiha jî şandeya fermî ya şahê Brîtanyayê Şah Charlersê Sêyem, hatibû şandin da ku beşdarî ahengê bibe û girîngiyê bide encûmenê û alîkariya pêwîst pêşkêş bike.”

“Ew rastî çewisandin û gelek trajediyan bûne”

Alîkara Şaredarê Manchesterê Lord Yasmine Dar ku li gel hejmarek berpirs, parlemanter û nûnerên rêxistinên Brîtanî beşdarî kongreyê bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê ragihandina encûmenê de axivî.

Yasmine Darê got, “Em tev ji bo Encûmena Sûriyeyê li vir in.

Em hatine vê ahenga taybet a Encûmena Sûriyeyiyan a li Manchesterê.

Spas ji bo Xwedê aheng pir baş bû. Ez pir şanaziyê bi Encûmena Sûriyeyiyan a li Manchesterê dikim.

Ev jî ji bo pêşveçûn û geşkirina jiyana wan encama karên cidî û xweragiriyê ye.

Ew rastî çewisandin û gelek trajediyan bûne lê niha ew li vir in û li Manchester û Brîtanyayê jiyana xwe ava dikin.

Ez şanaziyê bi wan dikim li hemberî hemû wan tiştên din ji bo ku bibin beşek ji vê encûmenê.”

Kurd jî beşdarî ahengê bûn

Kurd jî di nav de hejmareke mezin ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê beşdarî ahengê bûn.

Beşdara ahengê keça Kurd Lavayê jî hestên xwe wiha anîn ziman:

"Navê min Lava ye û ez ji Qamişloyê me. Ev 6 sal in ez li Brîtanyayê me. Ez îro gelekî spasiya Encûmena Revenda Sûriyeyiyan dikim ji bo vê roja xweş."

Serokê Encûmenê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku armanca damezrandina vê encûmenê ew e ku tevlîbûna civaka Brîtanyayê were bihêzkirin.

Herwiha "ji bo endamên revendê peydakirina derfetan" û "dirustkirina pirên pêwendiyê" jî di nava armancan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst