Amerîkayê derbarê keştiya Îranê de biryara girtinê derxist

17-08-2019
RÛDAW
Nîşan Îran keştî Grace 1 Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê derbarê keştiya Îranê ya ku duh hatibû azadkirin, biryara girtinê derxist.


Amerîkayê, keştiya Îranê ya bi navê ‘Grace 1’ ku duh hatibû azadkirin, biryara girtinê derxist.


Keştiya Îranê ‘Grace 1’  4ê Tîrmehê ji aliyê Rêveberiya Cebelîtarik a ser bi Brîtanyayê ve bi hinceta ku petrolê bo Sûriyê vediguhêze û sizayên Yekitiya Ewropa (YE) ên li ser Sûriyê binpê dike li gel xebatkarên wê hatibû desteserkirin.


Derbarê wê keştiyê de jî duh biryara azadkirinê hatibû dayîn û dihat çaverêkirin ew keştî roja Yekşemê bikeve rê.


Îranê jî li hember vê dest danîbû ser keştiya bi navê ‘Stena Impero’ ya Brîtanyayê li kendavê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst