Ezîzê Ziyo Bedirxan: Kurd ji aliyê rejîma Stalin ve hatine sirgûnkirin

17-04-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Serokê Yekitîya Kurdên Kazaxistanê ku wek "Berbang" jî tê zanîn Prof. Dr. Ezîzê Ziyo Bedirxan
Serokê Yekitîya Kurdên Kazaxistanê ku wek "Berbang" jî tê zanîn Prof. Dr. Ezîzê Ziyo Bedirxan
Nîşan Kurdên Kazaxistanê Ezîzê Ziyo Bedirxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekitîya Kurdên Kazaxistanê ku wek "Berbang" jî tê zanîn ji Rûdawê re got, “Cara yekem di sala 1937an de Kurd hatine Kazaxistanê û piştî wê Kurdên Gurcistanê ji aliyê rejîma Stalîn ve hatine sirgunkirin û ew jî hatine vê derê.”

Serokê Yekitîya Kurdên Kazaxistanê ku wek "Berbang" jî tê zanîn Prof. Dr. Ezîzê Ziyo Bedirxan li ser rewşa dawî ya Kurdên li Kazaxistanê û dîroka çûyîna Kurdan ji bo wir bi Nûçegîhanê Rûdawê Kamîz Şedadî re axivî.

Serokê Yekitîya Kurdên Kazaxistanê Prof. Dr. Ezîzê Ziyo Bedirxan got, “Cara yekem di sala 1937an de Kurd hatine Qazaxistanê û piştî wê Kurdên Gurcistanê ji aliyê rejîma Stalîn ve hatine sirgunkirin û ew jî hatine vê derê. Ew di vagonên trênê yên pez û dêwaran de anîne vir. Piştî wê jî di salên 1989-1990an de li Qarabaxê şer dest pê kir û wê demê Kurdên Ermenistanê hatine Kazaxistanê.”

Ezîzê Ziyo Bedirxan li ser nifûsa Kurdan a li Kazaxistanê anî ziman, “Niha li Kazaxistanê nêzîkî 100 hezar Kurd dijîn, bi hev re ne, yekîtiya me baş e. Di sala 1991an de me Komeleya Yekbûnê hat damezrandin û 1999an de navê komeleyê kirine Berbang. Kinyazê Îbrahîm bû serok û wî 17 salan rêberiya Kurdan dikir.”

Ezîzê Ziyo Bedirxan diyar kir ku di dema Yekitiya Sovyetan de Kurd pêşveçûyî bûn û dixwendin û got, “Akademîsyenê yekem ê di nav Kurdan de Nadir Nadirov bû, pey wî jî Kinyazê Îbrahîm gelekî xwende û zimanzan bû. Li cem me doktor jî hene, akademîsyen jî hene, tenê ez li ber Xwedê digerim ku yekitî li ba me hebe.”

“Ji ya hemûyan girîngtir ew e ku Kurd zimanê xwe winda nekin”

Ezîzê Ziyo Bedirxan bal kişande ser girîngiya zimên û got, “Di warê hunerî de dewlet alîkariyê dide Kurdan, maleke me heye, werzişvanên me û bazirganên me jî hene, hev digirin lê ji ya hemûyan girîngtir ew e ku Kurd zimanê xwe winda nekin.”

Ezîzê Ziyo Bedirxan her wiha anî ziman, “Li Kazaxistanê heger li cihekî Kurd zêde bin li wir perwerdeya bi Kurdî jî tê dayîn. Peywendiya me ya bi Kurdistanê re jî gelekî baş e, em tên û diçin. Xwedê emrekî dirêj bide mala Barzanî, serokatiya Kurdên Iraqê bikin û welatê me azad bikin.”

Ezîzê Ziyo Bedirxan kî ye?

Ezîzê Ziyo Bedirxan sala 1953an li bajarê Kazaxistanê Alma Atayê hatiye dinyayê. Malbata wî di sala 1944an de ji Gurcistanê ji herêma Axiskayê ber bi Asyaya Navîn ve hatiye sirgûnkirin. Koka malbata wî ji Cizîra Botan e. Weke Ezîzê Ziyo bi xwe dibêje, ew ji binemala Bedirxaniyan in.

Ezîzê Zîyo Bedirxan di nava diyasporaya Kurdên Sovyetê de weke karsaz, nivîskar û çalakvanekî civakê tê naskirin.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê roleke çalak di rêxistinkirina diyasporaya Kurdan de lîstiye û di sala 1992an bûye yekemîn Serokê Yekitiya Kurdên Kazaxistanê “Berbang”ê.

Berî Ezîzê Ziyo, rewşenbîrên navdar ên wek Bedirê Mûsa û Nadirê Kerem Nadirov û Kinyazê Îbrahîm serokatiya Berbangê kirine.

Piştî ku Kinyazê Îbrahîm, Serokê “Berbang”ê yê berê ku di heman demê de Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê jî bû, di 08.09.2021 de wefat kir, cihê wî vala mabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst