UNICEF: Di her deqeyekê de 55 zarokên Ukraynî koçber dibin

17-03-2022
RÛDAW
Nîşan UNICEF Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên ku Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) belav kirine, di nava her saniyeyekê de zarokekî Ukraynî koçber dibe.

UNICEFê ragihand ku di dema 22 rojên şer de nêzîka 1,5 milyon zarok ji Ukraynayê reviyane, her roj zêdeyî 75 hezar zarokên Ukraynayî derbider dibin û piraniya koçberên Ukraynî derbasî welatên cîran ên wek Polanda, Macarîstan û Moldova dibin.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji ber operasyona serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê û şerê navbera herdû welatan, heta niha 3 milyon Ukraynî koçberî welatên cîran bûne û beşeke zêde ya wan zarok in.

Berdevkê UNICEFê James Elder li Cenêvê di civîneke çapemeniyê de ragihand, ji 24ê Sibatê destpêkirina şer ve rojane zêdeyî 75 hezar zarok ji Ukraynayê koçber dibin û got: “Ev krîza koçberan her diçe mezin dibe, ji şerê cîhanê yê duwem ve heta niha rewşek wiha nehatiye dîtin û dê kengî raweste jî ne diyar e." Wate di her saniyeyekê de zarokekî Ukraynî koçber dibe.

Li gor daneyên UNICEFê, piştî êrişên ser Ukraynayê di her deqeyekê de 55 zarok ji Ukraynayê koçber dibin. Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî dibêje: "Pêdiviya zarokên Ukraynî yên koçber bûne bi ewlehî, aramî û parastinê heye. Herwiha metirsiya tundûyûjî û bazirganiya bi mirovan, îstîsmara cinsî û cudabûna ji malbatan li ser wan heye.”

Elden got, “Rêya herî ewle, zû û taka rêya ku em bikarin ji vê karesatê rizgar bibin ew e ku ev şer demildest were rawestandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst