Li Derya Reş 3 keştî hatin mûşekbarankirin

17-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Panamayê ragihand ku li Derya Reş, 3 keştiyên wan ketin ber êrîşeke mûşekî û yek ji wan binav bû.

Hikûmeta Panama ragihand, 3 keştiyên ku ala wî welatî li ser bûn, li Derya Reş ji destpêka şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de rastî êrîşekê hatin û yek ji wan bin av bûye.

Wezîrê Deryavaniyê yê Panamayê Noriel Arauz di daxuyaniyekê de got ku keştiyeke wan binav bûye, lê amaje bi hejmara qurbanî û ziyanan nekiriye. Rêveberê

Bi gotina Noriel Arauz ew sê keştî rastî êrîşa mûşekî ya Rûsya hatine, lê hemû endamên tîmên wan selamet in.

Li gor heman çavkaniyê, zêdetirî 10 keştiyên din ku ala wî welatî li ser bûye, di Derya Reş de asê mane û amaje bi wê yekê da ku Hêzên Deryavaniya Rûsya, tevgera keştiyan sînordar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst