Wêneyê şervanên YPJê bû sedema krîzê di navbera Norwec û Tirkiyê de

16-01-2021
RÛDAW
Nîşan ​Gelawêj Welîdxanî YPJ YPG Kurd Norwec Eivor Evenrud Dagbladet Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wêneyekî şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li gel gotineke Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li kolaneke Osloya paytexta Norwecê bû cihê nerazîbûna Tirkiyê û peydabûna krîzekê di navbera herdu welatan de.

Li Osloyê ji aliyê şaredariya bajar ve wêneyekî şervanên YPJê li dîwarekî kolaneke navendî ya bajar hatiye danîn, li gel gotineke Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku dibêje, “Bêyî azadiya jinê civak jî azad nabe.”

Ew wêne ku bûye cihê nerazîbûna Enqerê û Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ew wêne bi hinceta ku “bangeşe ye ji bo PKKê” şermezar kir. Lê berpirsên Norwecî danîna wî wêneyî di çarçova azadiya raderbirînê de dibînin.

Wêneyê şervanên YPJê ku ji meha Mijdara sala derbasbûyî ve li dîwarê yek ji kolanên sereke ji aliyê Şaredariya Osloyê ve di çarçova çalakiyeke derbarê jinan de hatiye danîn, yek ji berhemên hunermend  Gelawêj Welîdxanî ye ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye. Herwiha gotina Ocalan “Bêyî azadiya jinê civak jî azad nabe” li ser wêne hatiye danîn.

Wezareta Derve ya Tirkiyê, ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) wek 'baskên PKKê yên li Sûriyê' dibîne, roja Pêncşema borî, daxuyaniyek belav kir û rexneyên tund li Norwecê girtin û danîna wî wêneyî wek “bangeşeya bo PKKê” binav kir û daxwaz kir ku bê rakirin.

Seroka Encûmena Rewşenbîrî ya Osloyê Eivor Evenrud jî li hejmara xwe ya Twitterê bersiva daxuyaniya Tirkiyê da û tekez kir ku ew wêne nayê rakirin û got, “Li Norwecê baweriya me bi azadiya raderbirîn û demokrasiyê heye. Siyasetmedar nikarin wêneyekî biguherin an jî rakin. Binêre û bizane.”

Lê Komeleya Tirkî ya bi serokatiya Hatîce Luk ji bo rakirina wêneyê şervanên YPJê 300 îmze kom kirin û li gor malpera Dagbladet, ev hejmar têrî dike ku Encûmena Şaredariyê li ser vê mijarê bicive. Herwiha li gor zanyariyan li ser wî wêneyî zêdetirî 80 gilî li şaredariyê hatine tomarkirin.

Lê tevî wan gilî û nerazîbûna Tirkiyê û saziyên nêzikî Tirkiyê jî, piştevaniya raya giştî ya Norwecê, dibe ku bihêle ew wêneyê şervanên Kurd ku ji aliyê hunermendeke Kurd ve hatiye berhemanîn li dîwarên kolanên Osloyê bimîne.

Hunermendên Dîtbarî yên Norwecê (NBK), Civata Hunermendên Ciwan (UKS) û Tegnerforbundet hejmarek ji wan saziyan e ku piştgiriya xwe ji hunermenda Kurd Gelawêj Welîdxanî re ragihandine.

Hunermend Welîdxanî jî destpêka vê mehê ji malpera Dagbladet re ragihandibû, ew ne tenê ya jinên Kurd lê piştevaniya têkoşîna hemû jinan dike û amaje bi wê jî kir ku heta niha têkildarî wî wêneyî ti gefeke şexsî li wê nehatiye xwarin.

Serokê Encûmena Çandê ya Bajarê Osloyê Omar Samy Gamal jî ji heman malperê re ragihand, ew têdigihije ku dibe wêne bibe cihê nerazîbûn û hêrsbûna Tirkiyê lê Oslo “malek e ji bo her kesî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst