Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Slovakya Êrişa Çekdarî Robert Fico
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico di êrişeke çekdarî de birîndar bû.

Herwiha êrişkar ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a TASRê, Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico piştî civîneke hikûmeta di encama êrişeke çekdarî de birîndar bûye.

Ajansa TA3yê jî ragihand ku 4 gule li Serokwezîrê Slovakyayê hatine reşandin û guleyek li zikî wî ketiye.

Li gorî nûçeyan, Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico bi giranî rakirine nexweşxaneyê.

Herwiha şahidekî bûyerê jî ji Reutersê re ragihand ku wan dengê guleyan bihîstiye û kesek ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Herwiha Serokkomarê Slovakyayê jî êrişa "hovane" ya li ser Fico şermezar kir û jê re şîfa xêrê xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst