Di êrişa Îsraîlê de 10 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

15-05-2021
Nîşan Îsraîl Filistîn Xezze Êrisş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên cengî yên Îsraîlê li kampa penaberan a Şatiyê ku dikeve rojavayê Xezzeyê êrişek bi ser malekî de anî û di encamê de piraniya wan zarok 10 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên tnedirustiyê firokeyên Îsraîlê li kampa penaberan a Şatiyê bi ser mala kesê bi navê Ebû Hetab de êrişek pêk anî.

Di encama êrişê de 8 ji wan zarok û 2 jin bi giştî 10 kes jiyana xwe ji dest dan û hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin bermahiyan de berdewam dikin.

Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê li Xezeyê, Yûsif Ebû Rîş ji çapemeniyê re got ku tenê kesê ku ji xanîyê ku êrîş lê hatîye rizgar kirin pitikek 2 mehî ye.

Ebû Rîş diyar kir ku êrişa li Kampa Penaberan a Şatiyê pêk hatiye wekî "qirkirin" jî bê bi nav kirin dê têrê neke.

Li aliyê din baskê Hemasê ya Leşkerî Lîwaya Îzeddîn EL-Qasam piştî êrişa li ser malê ya li kampa penaberan a Şatiyê ragihand ku ji bo tola kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dane bigrin bi mûşekan êrişî ser Aşdod û Beershebayê kirine.

Firokeyên Îsraîlê derengê şevê li herema Tel Quleybû ya bakurê Xezzeyê jî êrişek pêk anî û di encamê de 2 ji wan bira 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ji 10ê Gulanê vir de di êrişên Îsraîlê de 39 zarok, 22 jin bi giştî 139 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 950 Filistînî jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst