Hilbijartinên Awisturyayê: ‘Kurdên diyasporayê jî ne yekdeng in’

32 xulek berê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah, Ebdullah Zengene û Dana Şedelle\ Wêne û vîdeo:Rûdaw
Hêmin Ebdullah, Ebdullah Zengene û Dana Şedelle\ Wêne û vîdeo:Rûdaw
A+ A-

Viyana (Rûdaw) – Li gorî gotina Ebdullah Zengene û Dana Şedelle Kurdên diyasporayê jî ne yekdeng in.

Sibeh dê hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê werin kirin û rikeberiyeke tûnd di navbera bereya Sosyal Demokrat û Partiya Azadiyê de heye.

Ebdullah Zengene û Dana Şedelle 2 Kurdên şêniyên Awisturyayê ne û pisporên sîstema îdarî ya Awisturyayê ne.

Ebdullah Zengene û Dana Şedelle bûn mêvanê vê bernameya Diasporayê û behsa hilbijartên Awisturyayê û helwesta Kurdan kirin.

“Pêwendiyên Kurdan û Sosyal Demokratan bihêz in”

Dana Şedelle behsa dîroka Sosyal Demokratan a li Awistûryayê kir.

Şedelle amaje bi wê yekê kir ku Kurdên li Awisturyayê tevî Sosyal Demokratan kar kirine û pêwendiya Kurdan a bi Sosyal Demokratan bihêz e.

Dana Şedelle di wê baweriyê de ye ku diyasporaya Kurd a li Awisturyayê hatiye parçekirin û sedema wê jî bi nakokiyên navxweyî yên Kurdistanê ve girêdide.

Li gorî gotina Şadelle Kurdên Awisturyayê nakokiyên xwe yên li Kurdistanê derbasî diyasporaya Awisturyayê jî kirine.

Ebdullah Zengene bi salan e li Awisturyayê dijî û siyaseta wî welatî dişopîne.

“Sosyal Demokrat ji aliyên rastgir baştir in”

Ebdullah Zengene diyar kir ku ew dê piştgiriya Sosyal Demokratan bike û wiha got:

“Sosyal Demokrat ji bo neteweyên bindest ji aliyên rastgir çêtir in.

Li Awisturyayê zêdeyî 140 hezar Kurd dijîn. Ji bo parastina mafên xwe divê hemû biçin dengê xwe bidin, ji ber wê jî her kesê ku neçe dengdanê dê xisarê bibîne.”

Li gorî gotina Zengene beşeke diyasporaya Kurd a li Awisturyayê guh nade siyasetê, hinek ji wan jî nizanin bê ka Serokwezîrê Awisturyayê kî ye.

Ebdullah Zengene di berdewamiyê axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku heger rastgir ango Partiya Azadiyê bi ser bikeve dê avakirina hikûmetê zehmet be.

“Li gorî rapirsiyan şansê serkeftina Partiya Azadiyê zêdetir e”

Li gorî rapirsiyan, şansê rastgiran ku Partiya Azadiyê nûnertiya wan dike ji yê Sosyal Demokratan zêdetir e û Partiya Azadiyê di navbera ji sedî 26 û 31ê de dengan bi dest dixe.

Bi wê rêjeyê Partiya Azadiyê dê ji 183 kursiyên parlamentoya Awisturyayê nêzîkî 50 kursiyan bi dest bixe.

Li gorî rapirsiyan Sosyal Demokrat jî dê ji sedî 21ê dengan bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst