Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya cengî ya Rûsyayê ya bi navê Moskva ku roja Çarşembê teqîn têde çêbibû, doh li Deryaya Reş binav bû. Ew keştî wek sembola Hêza Deryayî ya Rûsyayê li Deryaya Reş dihat dîtin. Ukrayna dibêje, wan bi mûşekê ew keştî kiriye armanc, lê Rûsya behsa bûyereke agirketinê di beşa teqemeniyan a keştiyê de dike.
Roja Çarşembê di wê keştiyê de teqînek rûda. Ukrayan ragihandiye wan bi mûşeka ji corê Nepton li wê keştiyê daye.
Roja Pêncşemê 14ê Nîsanê Wezareta Berevaniya Rûsyayê piştrast kir, keştiya serbazî ya Moskva ku giraniya wê 12 hezar û 490 ton bû, di nav Deryaya Reş de binav bûye.
Rûsyayê ragihand ku 510 kes ji stafa keştiyê bi silametî ji keştiyê hatine valakirin û li keştiyeke din hatine bicihkirin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ti amaje bi êrîşeke ser keştiyê nekiriye û tenê diyar kiriye ku bi sedema agirekê di beşa teqemeniyên wê de teqîn çê bûye.
Li gor rayedarên Rûsyayê, doh dema ku keştiya cengî ya Moskva ji bo tamîkirinê ber bi benderekê ve dihat veguhastin, bi sedema hewaya neguncaw binav bûye.
Lê Ukryana dibêje, wan bi mûşeka ji corê Nepton ku Ukrayna bi xwe çê dike, li wê keştiyê daye. Ukraynayê piştî dagîrkirina nîvgirava Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve di sala 2014an de ew mûşek berhem anî.
Eger îdiaya Ukraynayê derbarê armanckirin û têkçikandina keştiya cengî ya Moskva rast be, ev dibe mezinirîn keştiya cengî ku ji dema Şerê Cîhanî yê Duyem ve tê têkşikandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse