Li Îzlandayê di du hefteyan de 20 hezar erdhej: Rewşa awarte hat ragihandin!

14-11-2023
Nîşan Îzlanda Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li îzlandayê di 72 demjimêrên dawî de bi hezaran erdhej çêbûn.

Piştî erdhejan derzên mezin li erdê ketin û dûxan ji erdê bilind bû.

Li Îzlandayê piştî erdhejên li pey hev, ji ber egera teqîna çiyayê volkanîk “rewşa awarte” hat ragihandin.

Li gorî nûçeya BBCyê, bajarokê Grindavik ê li başûrrojavayê Îzlandayê, di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de hat valakirin.  

“Tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin”

Li Bajarokê Grindavikê, roja înê li pey hev gelek erdhej çêbûn.

Rê qelişîn û di gelek avahiyan de xisarên mezin çêbûn.

Piştî ku rewşa awarte hat ragihandin, bajarok hat valakirin.

Rayedaran ragihand ku tevahiya nîştecihên Grindavikê ku nifûsa wê 3 hezar û 800 kes e, li cem xizmên xwe bi cih bûne û tenê 50-70 kes şandine navendên vaguhastinê.

Welatiyên bajêr ên ku xwest belge, derman, eşyayên girîng û heywanên xwe derxin, roja yekşemê bi destûr ketin malên xwe.

Ofîsa Meteorolojiyê ya Îzlandayê (IMO) têkildarî geşedanan daxuyanî da û diyar kir ku gumanên wan li ser teqîna Volkana Fagradalsfjallê heye.

“Xetereyeke nêzîk nîne”

Ofîsa Meteorolojiyê herwiha got, “Xetereyeke nêzîk nîne. Biryara veguhastinê, ji bo ewlehiya şêniyên Grindavikê hatiye wergirtin.”

Li aliyê din, xeyn ji rewşên awarte, hemû rêyên ketin û derketina bajarokê Grindavikê hatin girtin.

Li Îzlandayê 33 volkanên çalak hene. Ev volkan, 8 sedsalan tebat bûn lê salên 2021, 2022 û 2023yan teqiyan.

Herwiha ji dawiya çiriya pêşînê ve, li başûrrojavayê Îzlandayê zêdeyî 20 hezar erdhejan hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst