Li Rûsyayê ji ber Coronayê hejarî zêde bûye

14-02-2021
RÛDAW
Nîşan Rûsya Corona Hejarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rûsyayê ji ber Coronayê hejarî zêde bûye û zêdebûna hejariyê li wî welatî eniya opozisyonê bihêztir kiriye.

Di sê salên borî de hejarî li Rûsyayê ber bi zêdebûnê ve çûye û her diçe hejmara wan zêdetir dibe. Navendên xêrxwazî jî li Moskowê û bajarên din ên Rûsyayê qerebalixtir dibin.

Akinciya Moskowê Sandara yek ji hejarên Rûsyayê ye ku ji navendeke xêrxwazî ya bajarê Moskowê, hevkariya xwerakê werdigre.

Akinciya Moskowê, Xanenişîn Sandra dibêje: “Hemû tiştek gelekî giran in. Min berê ku dikarî xwarina ajel û çûkan jî dabîn bikim niha nikarim wê jî bikim. Ya rast êdî naçim super marketan ji ber tişta li vê derê werdigrim têra min dike.”

Rêjeya bêkariyê her diçe zêdetir dibe û ji nêzîka 145 milyon akinciyên Rûsyayê, di dema du salên derbasbûyî de hejmara hejaran nêzîka yek milyon zêde bûye û îsal 21 milyon kes derbas kiriye.

Akinciyê Moskowê Fyodor Stepanenko jî got: “Li gor min baş bû hikûmetê bi xwe hevkariya xwerakê dabeş bikira ne ku rêxistin û navendên xêrxwazî. Rûsya welatekî dewlemend e, petrol û gaza wê heye. Lê serweta me çîna sermayedar dibe û tiştek bo xelkê hejar û navendî nahêlin, belê wan samanê me birine.”

Aboriya Rûsyayê di qonaxeke necîgir re derbas dibe, hejar zêdetir dibin û her ew e jî ku li gor pisporan, bûye sedema bihêztirbûna opozisyonê. Dosya zîndankirina serkirdeyê xuya yê opozisyonê û Serokê Partiya Rûsyaya Siberojê Navalny ku bû sedema karvedaneke zêde, yek ji amajeyan e ku dibe rastiya wê axaftinê îspat bike. Lê Serokê Rûsyayê Putin, herçiqas îtiraf bi hebûna hejariya zêde li welatê xwe kiriye, lê bi giştî bi awayekî din temaşeyî wê mijarê dike û wek siyasî berê xwe didiyê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî dibêje: “Me gelek destkeft bidest xistine. Her evna ye jî ku welat bêzar kirine û hewl didin me rawestînin. Ya me ne ku tenê di warê vaksînê de destkeftên me hebûn lê di aborî de jî serkeftî ne. Her dema em li ser piyên xwe rawestiyan, ji wê demê ve siyaseta rûbirûbûna me destpê kir.”

Vîrusa Coronayê rewş xirabtir kiriye bi awayekî ku hemû berhemê navxwe yê wî welatî di du salên borî de nêzîka nîv trîlyon dolar kêm bûye û trîlyonek û 250 milyar dolar tomar kiriye. Herçiqas hikûmeta Rûsyayê zêdebûna hejariyê bi Coronayê ve girêdide, lê amajeyên aborî yên berî Coronayê jî mezinbûna valahiya navbera dewlemend û hejaran, derdixin holê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst