Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Artêşa Niştimaniya Lîbya, General Xelîfe Hefter piştî hevdîtinên yek rojî yên li Rûsyayê, bêyî ku rêkevtina agirbestê îmze bike, Moskow terikand û vegeriya Lîbyayê.
Piştî ku şeva yekşemê di saet 12ê şevê de, li Lîbyayê di navbera herdu aliyên nakok û şerker de agirbest hat ragihandin, bi çavdêriya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, danûsandinên navbera herdu aliyan li Moskowê dest pê kir.
Ji bo destpêkirina wan danûstandinan, duh şandeke pilebilind a Tirkiyê ku ji Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar û Serokê Saziya Istixbarat (MIT) Hakan Fîdan pêkhatibû, serdana Moskowê kir.
Şanda Tirkiyê li Moskowê bi hevtayên xwe yên Rûs re civiyan û rewşa dawî ya Lîbyayê û herwiha şert û mercên pêkanîna agirbestê li wî welatî gotûbêj kirin .
Ji bo danûstandinan, serokên herdu aliyên şerker ên Lîbyayê, Serokwezîrê hikûmeta li Terablusê Fayiz Serac û Fermandarê Artêşa Niştimaniya Lîbyayê General Xelîfe Hefter çûbûne Moskowê.
Li gor agahiyan, tevî ku naveroka reşnivîsa agirbestê ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hatibû amadekirin û Serokwezîrê hikûmeta Lîbyayê ya li Terablusê, Fayiz Serac agirbest îmza kir, lê belê Xelfe Hefter agirbest îmze nekir û vegeriya Lîbyayê.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Meclisa Nûneran a Tebreqê, Ebdulhemîd el Safî di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kiriye, Serokê Meclisê Eqîle Salih û şanda pê re îro Sêşemê paytexta Rûsyayê Moskow terikandine, bêyî ku rêkevtina agirbestê îmza bikin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan bi awayekê hûr û berfireh kar li ser rêkevtina agribestê kiriye.
Lavrov herwiha got, Serokê Hikûmeta Lihevhatinê Fayiz Serac û Serokê Meclisa Bilind a Dewleta Lîbyayê Xalid Elmişrî rêkevtina agirbestê îmze kirin, lê belê şanda Hefter daxwaza demeke zêde heya roja Sêşemê (îro) kir.
Li gor zanyariyan, şanda hikûmeta ser bi Hefter ve daxwaza Serac a ji bo vekişîna hêzên Hefter bo sînorê 4ê Nîsana îsal û berî dema êrîşa wan hêzan bo ser Terablusê, red kiriye.
Hikûmeta Rûsyayê gelek fişar li herdu aliyên nakok ên Lîbyayî kiriye, daku rêkevtina agirbestê îmze bikin, lê General Hefter razî nebûye.
Ew çend meh in ku hêzên Artêşa Niştimaniya Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Hefter êrîşî Terablusê dike û hewl dide kontrola payexta welat ji destê hikûmeta Wifaqê ya bi serokatiya Serav derxîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse