Du firoke li esman li hev qelibîn û teqiyan

13-11-2022
RÛDAW
Cihê ketina herdu firokeyan li eyaleta Teksas a Amerîkayê. Wêne: AP
Cihê ketina herdu firokeyan li eyaleta Teksas a Amerîkayê. Wêne: AP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du firokeyên cengî yên serdema şerê cîhanî yê duyem di dema nimayişekê de li eyaleta Teksas a Amerîkayê de li hev qelibîn û teqiyan.

Êvara roja Şembiyê li bajarê Dalas ê eyaleya Teksas a Amerîkayê, du firokeyên şer ên serdema Şerê Cîhanî yê Duyem di dema nimayişeke hewayî de li hev qelibîn û teqiyan.

Li gor agahiyên rayedaran belav kirine, di bûyerê de herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Rêveberiya Firokevaniya Federal a Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, bûyer demjimêra 13:30 bi dema eyaleta Teksasê demjimêr 22:20 bi dema Hewlêrê çê bûye.

Berpirsên bajêr her zû tîmên hewarçûnê şandin cihê bûyerê û polîs jî derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Serokê kompanyaya organîzatorê nimayişa hewayî Hank Coates jî daye xuyakirin, yek ji firokeyan ji corê B17 a şer bûye ku cihê 4-5 kesan têde heye, herwiha firokeya din ji corê P63 a şerker bûye.

Hank Coates ragihandiye, firoke ji aliyê kesên xwebexş û pîlotên xanenişîn ve hatine firandin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst