Almanya dest bi dersînorkirina koçberan dike

13-10-2023
RÛDAW
Almanya dest bi dersînorkirina koçberan dike
Almanya dest bi dersînorkirina koçberan dike
Nîşan Almanya Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Foristeyê yê rojhilatê Almanyayê ku nêzîkî sînorê Polonyayê ye polîsan hejmarek koçberên neyasayî desteser kirin.

Polîsên Almanyayê dixwazin pişkinîn û lêkolînê bikin.

Piraniya koçberan xelkê Sûriyeyê ne, polîsên Almanyayê demek e çavdêriya li ser sînorên xwe zêde kiriye.

Polîsê Almanyayê Frank Malack li ser koçberan anî ziman:

“Em wan li nav otomobîlan dibînin. Ev grûp ji aliyê sînorê Polonyayê hatin û bi pêyan û bi trênê hatine nav Almanyayê.

Me jî ew desteser kirin lê grûpên din jî hene ku di minibûsan de hatine dîtin.

Di çend hefteyên borî de hejmara koçberên desteserkirî bi awayekî berçav zêde bû, hinek rojan digihişt nêzîka 100 koçberan.”

Hikûmeta Almanyayê bi armanca bilezkirina proseya dersînorkirina koçberên neyasayî proseyasayek amade kiriye.

Li gorî Hikûmeta Almanyayê, di neh mehan de, zêdetirî 200 hezar kesî daxwaza mafê penaberiyê li Almanyayê kiriye.

Ji wê hejmarê zêdetirî 61 hezaran Sûriyeyî ne, herwiha 35 hezar Efxanistanî ne, 28 hezar Tirkiyeyî û heft hezar û 584 kes jî Îraqî ne.

Almanya îsal tenê 7 hezar û 800 koçber dersînor kirine

Herwiha li gorî projeyasaya Almanyayê, her kesek berê li welatê xwe tawan kiribe, proseya dersînorkirina wî bileztir dike.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Fiser got:

“Polîsên federalî bi armanca girtina grûpên qaçaxçiyan çend gerên berfireh û çavdêriyê kirin.

Ev kampanya jî dê di çend mehên bê de zêdetir bibe.”

Li gorî berpirsên Almanyayê, di şeş mehên yekem ên îsal de zêdetirî 45 hezar koçberên neyasayî çûne Almanyayê, ev jî beramberî heman dema sala par ji sedî 56 zêde kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst